Wîkîpediya:Nûçe: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine |
Kurteya guhartinê tine |
||
Rêz 1:
''''Îcar jî [[Kurdî]] bû “Zimanê ji bilî [[Tirkî]]”''''
Şaredara Qilabanê Şukran Sîncar, di protestoyên roja 25’ê kanûnê de, bi hinceta ku tevli meşê bûye lêpirsîn hate destpêkirin. Bi hinceta ku muxalefet li zagona “ Xwepêşandan û civînan” kiriye dozgeriyê derbarê wê de lêpirsîn da destpêkirinç Sîncar li dozgeriyê bi Kurdî îfade da û axaftina wê ya bi Kurdî wekî “ Zimanê ji bilî Tirkî” derbasî zabitan bû.Sîncar li dij vê nerazîbûna xwe anî zimên.
''''Di 2010-an de dehan 'Qaçaxçî' ji aliyê leşkerên [[Tirk]] û [[Îran|Îranê]] ve hatin kuştin''''
Di sala 2010an de bi dehan hevwelatî bi hinceta ku qaçaxçîtî kirine, ji aliyê leşkerên Tirk û Îran ve hatine kuştin. Digel evqas kuştinan, dengê malbatên mexdûr ji hêla rayedarên dewletê ve nehatin bihîstin.
''''Dermanên sexte gef li jiyana gelê Başûr dixwe''''
Li Başûrê Kurdistanê firotina dermanên sexte û demborî berdewam dike. Wezareta tenduristiya Başûrê Kurdistanê ji bo vê yekê dest bi xebatê kir û welatiyan hişyar kir.
''''Parlamentoya [[Iraq|Iraqê]] hikûmeta nû qebûl kir''''
Parlamntoya Iraqê, bi piraniya dengan, bawerî da hikûmeta nû ya Îraqê. Bi vî awayî hukumeta Îraqê ji hilbijartinên giştî yên ku di meha adarê hatibûn kirin piştî 9.5 mehan hata ava kirin.
|