Pîremêrd: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
B →Komela Alîkarî û Pêşketina Kurd: çend sererastkirinên biçûk; min hêj teman nekiriye |
|||
Rêz 26:
weşandin de wiha digot:
''"Emro, ke rojî cejnî hemuman e ser be ser / Kurdîş legel gelan le çilexane hatine der / Sî sal bû roj û rojê be salê le ber diçû / Rojûy heram bû xêrî le ber şer debû be şer / Merbû û tabi'î Mem û Zîn bûn, le rêge da / Gurg û çeqel le çêqelî Bekirî Mergewer beter / Mîller ne deng û rengî xelîfeyî debî û debîst / Mezlûm ne hedî bû be şîkat degî bête derw / Alem ke bûbûwe xizmî xezûrê sepanî şêx / Kurd destî girt bo nobeyê nobeyî nekewte ber / Herçî ke bîtwaye emin kirdim ew deme / Rêgî Terablusî be pêxwas degirte ber / Te'nyan deda le Kurd ke / şeq'n, naben walî / Ta şeq bû qebrî kurd û şeqeşeqî hate der."''
Pîremêrd, di sala 1909'an de dibe qaymeqamê Colemergê û di sala 1918'an dibe muteserifê Amasiyayê. Paşî ew jina xwe û du kurên xwe dihêle li Tirkiyê û vedigere diçe Silêmaniyeyê. Wî çaxî li bajarê Silêmaniyê rojnameya "Jîn" di bin serekiya [[Huseyn Nazim]] de derdiket. Huseyn Nazim, serpiriştiya wê rojnameyê dispêre Pîremêrd. Di sala 1934'an de Huseyn Nazim diçe rehmetê û Pîremêrd dibe rêveberê rojnameya "Jîn" û di heman salê de, çapxaneyekê kirê dike. Rojnameyê li wir diçapîne. Dû re navbera Pîremêrd û xwediyê çapxaneyê xerab dibe û bi pêwîstî çapxaneke din kirê dike. Heya sala koçdawiya xwe (sala 1950) weşandina rojnameya "Jîn" didomîne. Vê rojnameyê gelek karên qenc ji Kurdan re pêk aniye. Mehmed Rusûl Hewar, di pirtûka xwe de gelek li ser "Pîremêrdê nemir" sekiniye û pesnê vî zatî dide. Mehmed Resûl Hewar wê pirtûka hêja di sala 1970'yî de li bajarê Bexdayê diweşîne. Hûr û gir der barê jiyana Pîremêrd radixe ber çavan. Mehmed Resûl Hewar, Pîremêrd tenê weşanker, helbestvan û nivîskar nabîne. Di tanga [[Tolstoy]], [[Victor Hugo]] de dibîne û pêşkêşî xwendevanan dike. Di heman demê de Pîremêrd bi helbest û nivîsên xwe kurd û Kurdistan vejandiye. Bi van peywendiyan pêş ve diçe û wiha dinivîse:
"Pîremêrd, der barê evîn û evîndarî, hezkirin û siruştiya xwezayê de, der barê neteweyên bindest, nemaze neteweya kurd û Kurdistanê, rizgariya gelên bindest nemaze gelê kurd û yên wekî wan gelek berhem û helbest nivîsandine û peşkêşî gelên cîhanê kiriye. Pîremêrd, wekî giraniya helbestkar û wêjekarên kurd, ji normalê zêdetir di helbestên xwe de dabaşa spehîtiya xwezayê dike. Her wekî li ser vê spehîtiyê bengî bûye dida nîşan. Emê li vir helbesteke Pîremêrd a li ser Newrozê binivîsînîn ku wiha dibêje:
Eva roja sala taze ye, Newroz hatiye
|