Gola Nemrûdê: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî |
Kurteya guhartinê tine Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî |
||
Rêz 17:
| girav =
}}
'''Gola Nemrûdê''' yan jî '''Gola krater a Nemrûdê''', gola kraterê ya duyemîn a herî mezin a li [[Cîhan|Cîhanê]]
Rûava golê 12.36 km² ye û bilindahiya golê ya ji asta deryayê 2247 mêtre ye. Kûrahiya wê bi qasî 100 mêtre ye û xala wê ya herî kûr 176 mêtre kur e. Germav û kaniyên germ ên li dora golê nîşaneyên herî dawî yên çalakiya volkanîk in. Gola Nemrûdê bi ava berfê û bi ava barîna baranê tê xwedîkirin û ava golê ji ava sar û şîrîn pêk tê. Di analîzên mînakên avê de hat diyarkirin ku av zelal e, bê reng, bê bîhn û tema avê wekî vexwarinê normal e. Ava gola Nemrûdê ji aliyê radyoaktîvîteyê ve di nava sînorên asayî de ye. Nirxandina asîdêya pH 7.4 e û hinek bi alkalîn e. Li Gola Nemrudê, ku ji aliyê Nîtoplanktonê ve gelekî dewlemend e, di sala 1986an de hejmareke Masî berdane golê û gol di demekî kurt de gihêşte asta gola masîgiriyê. Ji ber ku nebatên ji herêmên cuda jiyana xwe bi hev re didomînin, asta golê hema hema hertim dimîne û hevsengiya baran û avhewayê hatiye tespîtkirin, nîşan dide ku ev der xwedî mîkroklîma ye.
|