Sperm: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine |
BKurteya guhartinê tine |
||
Rêz 2:
'''Sperm''' an jî '''tov''' (bi înglîzî: ''sperm'') xaneya zayendî ya nêran e bo [[Pîtandin|pîtina]] hêkê.
Sperm li [[Gun|gunan]], di dîwarê spermeborîkan de, ji xaneyên çêkerên sperm (bi înglîzî: ''germ
Xaneyên çêkerê sperm, [[Xaneya bineratî|xaneyên bineratî]] yên sperm in û dîploîd in, bi dabeşbûna miyozê spermên haploîd çê dikin<ref name="McGraw-Hill"> Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. Xaneya çêkera sperm berê dest bi dabeşbûna miyozê bike, bi [[Dabeşbûna xaneyê|dabeşbûna mîtozê]] dibe du xane, yek ji van xaneyan bi dabeşbûna miyozê gamet çê dike, xaneya din jî wekî xaneya çêkerê sperm dimîne. Bi vî awayê hejmara xaneyên çêkerê sperm di laşê nêran de kêm nabe. Mirovek nêr dikare rojê bi qasê 100 heta 300 milyon sperm berhem bike û berhemkirina spermê heta dawiya jiyana xwe bidomîne<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />.
Rêz 12:
== Spermatogenez ==
[[Wêne:Spermatogenez ku.png|thumb|379x379px|Spermatogenez di di gunan de di nav spermeborîkeyan de rû dide.]]
ji xaneyên dîploîdî bi dabeşbûna miyozî, diristkirina sperman wekî spermatogenez (bi yewnanî: ''spermatogenesis'') tê navkirin. Di zimanê yewnanî de peyva sperma bi wateya “tov”, peyva genesis jî bi watya “çêbûn, peydabûn.” tê bikaranîn <ref>https://www.biologyonline.com/dictionary/spermatogenesis</ref>.
Di laşê mirovên nêr de ji xaneyên çêkerê spermê çêbûna sperman, di 10 heftan de rû dide. Xaneyên çêkerê sperm hertim xwe bi mîtozê nû dikin, bi vî awayê hejmara xaneyên çêkerê sperm kêm nabe. Loma mirov dikare heta dawiya jiyana xwe sperm çê bike<ref name="Biology with Physiology">Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.</ref>.
Line 22 ⟶ 20:
Spermatogenez bi dabeşbûna mîtozî ya xaneyên çêkerê sperm dest pê dike. Xaneyên çêkerê sperm dîploîd in. Bi dabeşbûnê, hê pirtir xaneyên çêker peyda dibe, hin ji van xaneyan diperisin û wekî spermatosîtên yekem tên navkirin. Spermatosîtên yekem bi miyoza yekem dabeşê du xaneyên haploîdî dibin. Ev herdu xane, wekî spermatosîtên duyem tên navkirin. Bi miyoza duyem ji her spermatosîtek duyem du xane, bi tevahî çar xane peyda dibe. Ev herçar xane êdî wekî spermatîd tên navkirin. Spermatîd diguherin û dibin sperm<ref name="VILLEE" />. Bo piraniya ajalan, çêkirina sperm di demsalên bihar an jî payizê de rû dide. Lê di laşê mirov de spermatogenez di temenê pêgihîştinê dest pê dike heta dawiya jiyanê di her demsalê de didome<ref name="VILLEE" />. Piştê spermatogenezê, seperm ji spermeborîkan derbasî alozeyê dibin. Li alozeyê sperm diperisin û dibin spermên pêgihîştî.
==
[[Wêne:Sperm Anatomy ku.png|thumb|359x359px|Sperm ji sê beşên sereke pêk tê.]]
Spermê pêgihîştî ji sê beşan pêk tê; ser, navendeparçe û kilik
|