Taweşeht, taweya şehtê xwarineke rûnbirêşkê ye. Di orjînalê de ji goştê bihestî yê erzan dihatiye çêkirin, lê niha ji pîrzolayê ye.

Navê xwarinê û wergera romî (tirkî) biguhêre

Tirkan navê wê bi şaşî tirkîze kirine, kirine tarakli turk tavasi. Dibe ku gotine qey koka bêjeyê şeh (tr. tarak) e. Lê ti eleqeya xwe bi şehê nîne. Şeht di wateya felcbûyî, seqet, kelkût de ye. Xwarin li Mûsilê navê xwe yê niha girtiye. Berê ji goştê erzan ên kulekan dihatibûye çêkirin û erzan bûye. Di wateya "exlewika/rûnbirêşka/meqelka ji goştê erzan ê ji ajalên şehtbûyî" de ye.

Xwarin li bakurê Kurdistanê ji ber bandora asîmîlasyonê carnan bi romî (tirkî) tê binavkirin. Li Mêrdîn, Amed, Dîlokê ji goştê biqîmet, ji pîrzolayê tê çêkirin.

Berkeliya taweşehta Dîlokê biguhêre

  • 1 kg pîrzolaya mihê
  • 2 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) rûn
  • 1 serî pîvaz
  • 2 SA (stekana-qedeha avê) av
  • 1 KX mergeya fringiyê (bacanê sor, pamîdor, tomatos)
  • 1 KX mergeya îsotê
  • Li ser daxwazê pirr hindik biharbêhnek (biharat), ava lîmonê yan ava hinarê

Çêkirin biguhêre

Goşt pakij bişon, bi dilê xwe hûrbikin, bêî rûn bikin rûnbirêşkê. Heya ava xwe ya dayî kişand, biqelînin. Rûn û pîvaza hûrkirî berdin navê, biqijilînin. Zerayî bi pîvazê ket mergeyê (herduyan) tevlî bikin, tevbidin.

Avê berdin ser, xwê bavêjinê. Heya goşt peritî, hat kewa xwarinê, bikelînin. Hûn dikarin pîvazê na lê sîrê bikin xwarinê. Herwiha heger bixwazin dikarin ava limonê yan hinarê jî tevlî bikin.