Tabûra Şehîd Nubar Ozanyan

(Ji Tabura Şehîd Nubar Ozanyan hat beralîkirin)

Tabura Şehîd Nubar Ozanyan (bi ermenî Նահատակ Նուպար Օզանեան Գումարտակ, erebî Tabur الشهيد نوبار اوզանيان Tābūr ash-Shahīd Nūbār Awzānyan) rêxistineke leşkerî ya ermenî li Sûriyeyê ye , ku beşek ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk e. Di 24ê nîsana 2019an de, di salvegera 104an a nîjadkujiya ermeniyan de, li Dêra Marziya ya Tell Goranê hate damezrandin.[1]

Tabûra Şehîd Nubar Ozanyan
Çalak2019 – niha
WelatRojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Suriyê
GirêdanHêzên Sûriya Demokratîk

Navê wê rêxistinê li ser navê Nubar Ozanyan, şoreşgerekî Marksîst-Lenînîst ê emenî yê ji Tirkiyeyê bû, ku di şerê Reqayê de fermandarê TÎKKOyê, baskê mîlîtan yê Partiya Komûnîst a Türkiyeyê/Marksîst-Lenînîst (TKP-ML) bû jî di şerê de hat kuştin.[1]

Taburê diyar kir ku armanca wan ew e ku gelê ermenî, ziman û çanda ermenî û hemû gelên rojavayê ji çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk a ku weke "Nûnerê niha yê Komeleya Yekîtî û Pêşketinê ya faşîst" bi nav kir, biparêze.[1]

Di 14ê tebaxa 2019an de Tabura Şehîd Nubar Ozanyan û TKP-ML’ê ji bo bîranîna duyem salvegera şehîdbûna Ozanyan a di şerê Reqayê de, bi amadebûna nûnerên gelek milîsên HSDê û komên şoreşger ên komunîst ên tirk, merasîmeke hevpar li dar xistin.[2]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b c "Nubar Ozanyan Armenian Brigade declared". ANF News. Ajansa Nûçeyan a Firatê. 24 nîsan 2019.
  2. ^ "Komutan Nubar Ozanyan Rojava'da yapılan askeri törenle anıldı". TKP-ML (bi tirkî).