Türkan Temel (Bêrîvan) (jdb. 1965 li gundê Keçan a Gimgimê, parêzgeha Mûş, Bakurê Kurdistanê - m. 11ê çiriya paşîn a 1990an li parêzgeha Qers, Bakurê Kurdistanê) yek ji têkoşerên jin ên navdar bû û ji aliyê dûgela Tirkan ve hate kuştin.

Bêrîvan di malbateke rewşa wan a aborî baş e de tê jiyanê. Bavê wî bi salan li Almanya xebitîbû û li navenda Gimgimê esnafî dikir. Malbata wê baweriya Elewî dihewandin û bi zaraveyê Kirmanckî (Dersîmkî, Ginî, Zazakî, Dimilî) diaxivî.

Bêrîvan xûşktiya nexweşan (hemşîre) dikir û beriya ku jiyana xwe jidest bide li rojavayê Tirkiyê dixebitî. Hêj di zaroktiya xwe de doza Kurd û Kurdistanê dikir û di nava rêxistineke çepgiran a li herêmê xwedî hêzeke berbiçav bû, Halkin Kurtuluşu (bi kurdî: Rizgariya gel) de cihgirtibû.

Türkan Temel bi destpêkirina şerê çekdarî yê PKKê û hatina pêşmergeyên PKKê bo herêmê re, têkilî bi PKKê re çêdike. Li bajarên Tirkan têkoşînê dike. Biryara xwe digire ku tevlî hêzên gerîlla bibe û daxwaza wê jî tê pejirandin. Ew hêj negihîştiye kampên perwerdeyê yên PKKê dikeve dafika artêşa Tirk û parêzgeha Qersê tê kuştin.