Têkiliyên Başûrê Kurdistanê û Sûrî

Têkiliyên Başûrê Kurdistanê û Sûrî hemû peywendiyên dewleta Sûrî û Başûrê Kurdistanê dihundirîne.

Nêrîna dîrokî biguhêre

Têkiliyên Başûrê Kurdistanê û Sûrî digehe salên 1970yan. Wî wextî li Sûrî Hafiz Esad serokê Sûrî bû. Di kongreya 11emîn ya Partiya Bees ya Sûrî de biryar hat girtin ku wê otonomiya Başûrê Kurdistanê were piştgirî kirin [1]

Dewleta Sûrî wî wextî bi çavekê erênî li kurdên başûr dinêrî, heta ku Celal Telebanî gelek têkiliyên xwe li ser axa Sûrî dikirin. Jixwe li sala 1975ê bi pêşengiya Celal Telebanî li Şamê YNK hate damezrandin.

Li sala 1979ê İdrîs Barzanî seredana Hafiz Esad kir.

Li sala 1987ê Hafiz Esad gelek xebitî ku silha PDK û YNKê bike. Jixwe di heman salê de karî û cebheya hevpar ya kurdan hate ava kirin. Hafiz Esad her wisa gelek hewl dida ku kurdên Sûrî jî tevlî şoreşa kurdên başûr bibin. Bi vê pêngavê hem dixwast alîkariya Başûrê Kurdistanê bike hem jî dixwast kesên polîtîk yên kurdên Sûrî dûrî welat bike [1]

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:291