Superleheng karekterekî aşopî ye ku bi gelemperî bi hêzên sermirovî an alavên teknolojiya bilind yê ku bi wî mirovahî diparêze û li hemberê xirabiyê re şer dike. Bi gelemperî superlehengan bi wêrekeke mezin û karakterekî rûmetdar ne. Ewna pir caran nasnameya xwe ya rastîn bi kostûmê xwe veşêrin û li binî bernavkek xuya dinin. Di çîrokan de, dijberên wan cinawir an kesên xirabin, lê ew jî xwe ji karesatên xwezayî û candarên derveyî digirin. Yekem xêzeromanên superlehengan li Dewletên Yekbûyî di 1930an de hatine çêkirin; Superman yekem superleheng e.

America's Best Comics #7 ,cotmeha 1943

Xuyê superlehengan biguhêre

Bi giştî biguhêre

 
Fîgûran ku wek Batman xemilandî ye

Kesê superlengê arketîp jîyana xwe bêsînor ji bo kesên din xetere dike. Berevajî dijberên xwe, superleheng moral bilind diparêze û tenê gava ku ew nehişt be dijberên xwe dikuje. Pir superlehengan bi çîrokeke jêdera xwe ne li ku jêdera hêz û biryara wan ji bo rindî bikoşin tê vegotin. Bi gelemperî, superlehengan hêza xwe bi teknolojiya pêşkeftî (Batman, Iron Man), guherînek biyolojîkî (Spider-Man, Fantastic Four), qezayek di dema ceribandinek (Hulk, The Flash) de digirin. Lê ewna dikarin di heman demê de hêzên xwe ji eslê xweya derveyî erdê (Superman) an jî efsûnê deyn bikin (Doctor Strange, Phantom Stranger). Bi gelemperî, wergirtina hêzên super, mîna Hulk an Spiderman, dibe sedema kêmtir guhertinên fîzîkî yên naskirî. Nimûneyên wan jêhatîbûnên sermirovî bi gelemperî hêza sermirovî ne, şiyana firînê, hişmendiyên hişk an hêza derxistina wizeyê bi şêwazên cûrbecûr (mînak. kelîjan, ronahî û pejn).

Elementek tîpîk û stîlîstîk a superlehengan hebûna paniya Axîleûs e, bi heman rengî li cîhê ku pelika dara zîrfonê ket (Sigurd ji Destana Nibelungan ). Mînakî hêzên Superman nêzê krîptonîta kesk diçe, û vê yekê ew zirar dibe. Hin superlengan ji vê şemayê de diçin. Berevajî nimûneyên klasîk, ew bê berpirsiyarî vebizav dikin, vekirî kiziyan nîşan dikin an çewtî dikin. Mînakî, Wolverine hov û bêsaziş e, Spider-Man şaşiyên xwe yên mirovî diyar dike û Hulk bi veguherînên xwe yên bêsînor ve mirovên bêguneh tehdît dike. Ji hêla din ve, superlengên din, tenê ji bo destmêzê dixebitin, wekî Luke Cage û hevkarê wî Iron Fist. Superlehengên din ên atîpîkî bi eslê zenûn in, wekî cinan Hellboy, Spawn û Ghost Rider, an ew superbedmirovên berê ne, wek Elektra an Catwoman. Mirov ji wan kesan re bi gelemperî antîlehengan dibêj e.

Tekoşîna li hemberê bedmirovan biguhêre

Superlehengan hema hema her dem li dijî dijberek ku, wekî wan, bi şiyanên sermirovî û nasnameyeke taybetî ye. Piraniya ewna ji komek ji bedmirovên ku bi çîrokekî superlehengan ya taybetî ve girêdayî ne têne peywirdarkirin.Mînakî Superman bi gelemperî re têkilî bi Lex Luthor re heye, yek ji dijberên herî girîng ên Batmanê Joker e.

Kostûm û navgîn biguhêre

Taybetmendiyeke superlehengan dikare kostûmê taybetî be. Ev ji bo ku wê nas bike û dibe ku nasnameya veşarî jî bike (mînak bi rûpoş ). Nimûne wek mînak Batman û Spider-Man in. Vebijarkên ( wek mînak. Kembera Batman, Batmobile) bi gelemperî di sêwirana heman de ye. Ew kostûman her gav ne pêdivî ye ku rengîn bin, lê pir caran bi nirxa naskirinê ne.

Hevbendî biguhêre

Pir superlehengan bi tenê çalak in, lê komên superleheng di dîroka xezeromanan de pêk hatine. Mînakên naskirî X-Men, Gen¹³, Fantastic Four, Justice League of America (bi gelemperî bi kurtahiya JLA ji bo ) û The Avengers in. Di heman demê de rêhevalên superleheng ( bi îngilîzî Sidekicks) an dilsozên nêziktirîn ên ku lehengê piştgirî dikin rolekeke mezin dilîzin. Ji ber vê yekê hevalê Batman Robin û çokarê wî Alfred Pennyworth he ne. Gelek superlehengên mêr bi hevaleke mirî ya normal ne ( Superman bi Louis Lane, Captain Future bi Joan Randall , Tarzan bi Jane).

Dîrok û pêşketina superlehengan biguhêre

Pêşhatiyên mîtolojiyê û wêjeyî biguhêre

Ji serdema kevnare yê de destan derbarê lehengên sermirovî, wek mînak Herakles û Axîlês de he ne.Dadger Samson jî bi hêzeke sermirovî ye. Di heman demê de di mîtosên din de jî hejmarên ku bi hin awayan dikarin wekî pêşhatiyên superlehengên nûjen têne hesibandin, mînakî Väinämöinen di Kalevala fînî de. Nimûneyek ji adaptasyona dîrekt a lehengê mîtolojîk rêzeya xêzeromana Thor e.[1]

Pêşengên superlehengên nûjen dikarin ji sedsala 19an paşde bêne şopandin. Sherlock Holmes û Allan Quatermain wekî kesayetiyên wêjeyî yên bi jêhatîyên taybetî ve pêş de yin. Her wiha romanên lênûsk derbarê Buffalo Bill, Zorro, Robin Hood, Tarzan an Spring Heel Jack de li herêma îngilîzîpeyv bandoreke hebû. Karaktên Pulp Magazine 'an wek mînak Doc Savage û The Shadow rolekî dîrekt dilîstin.

Serdema zerîn a xêzeromanên superlehengan biguhêre

 
Yekem lênûska Action Comic bi Superman wek superleheng

Di sala 1938an de, çîrokek bi Superman re, ku ji hêla Jerry Siegel û Joe Shuster ve hatî afirandin, ji bo cara yekem di rêzeya Action Comics de derket.Her çend lehengê bikostûm bi navê The Phantom li pêşiya Superman di xêzeromanên rojnameyî de xuya bû, Superman bi gelemperî wekî superleheng yekem tê hesibandin. Ewî jixwe berê gelek taybetmendiyên superlehengan nîşan dabû , nemaze nasnameya veşartî, hêzên sermirovî û kostûm.

Bersiva Superman pir erênî bû, û di mehên paşê de, DC Comics bi Hawkman, Flash, Green Lantern, Batman, û hinekî paşê Robin û Wonder Woman, yekemîn superlehenga jin, pêk anî. Her çend DC di destpêkê de li ser sûka xêzeromanên superlehengan serdest kir, weşangerên din zû şopandin, di nav de Fawcett Comics bi Captain Marvel û Marvel Comics (dûv re Atlas pê ve têkildar Timely) bi superlehengan Human Torch und Sub-Mariner. Wê hingê bû ku Will Eisner dest bi hilberîna xwe ya xêzeroman a The Spirit, karektera ku hin taybetmendiyên superlehengê ku bi lez gelek fanan qezenc kir. Yekemîn parodiya janrê, Plastic Man, ji hêla Quality Comics ve hat weşandin.

Superlehengên wê demê bi gelemperî mêrên spî bi temenê ciwan heta temenê navîn ji asta navîn û jorîn bûn. Di Şerê Cîhanî yê Duyem de, tevî ku limitkirina kaxizê û bangkirina gelek nivîskaran û xêzkaran ji bo şerê , di nav gel de populerbûna karakterên superleheng zêde bû. Di vê fazê de, xêzeromanên ku tê de superleheng li hemberê dewletên tewere şer kirin hatibûn weşandin him jî lehengên welatparêz mîna Captain America hatin afirandin. Hêjayî gotinê ye ku, gelek kostûman bi îmakirina ala Amerîka , wek mînak bikaranîna rengên wê alê an stêrkên ku li ser wan kostûman hatî xêzkirin .

Piştî şer populerbûna superlehengan derbas bû. Parêzvanê exlaqî Fredric Wertham pirtûka xwe Seduction of the Innocent nivîsand, di wê berhemê de ew angaşt kir ku xêzeroman ji bo sûcdarkirina ciwanan sebeb e. Wî her wiha got ku xêzeromanên superlehengan bi îmayên apore ne . Xêzeromanên tirsnak û polisye jî hatin êrîş kirin. Di bersiva îthamên Wertham de, Koda xêzeromanan , ku bi pratîkî tundî û zayendî di xêzeromanên superlehengan de qedexe kir, hate tê xistin . Di destpêka 1950an de, superlehengan hema ji cihê bûyerê winda bûn, tenê çîrokên karakterên herî navdar (Wonder Woman, Batman û Superman) hatin weşandin. Gelek xêzeromanên tirsnak û polisye hatin rawestandin û gelek weşanxaneyên piçûk îflas kirin. Wekî din, wênegûhêza ku nû derdiket pêşbaziya xêzeromanan kir .

Vejîna xêzeromanên superlehengan („Serdema zîvîn“) biguhêre

Di sala 1956an de, DC Comics guhertoyek nû ya Flashê derxist ku yekser biserkeftî bû.Paşê pargîdanî Hawkman, Green Lantern, û çendên din, piranî bi nêzîkatiyek nûjentir, bi bingeha honaka zanistî vejand. DC di heman demê de rêzeyeke tîmî bi stêrkên herî mezin ên weşanxaneyê , Justice League of America re dest pê kir. Bi serfiraziya DC-yê teşwîq kir, weşanger û nivîskarê Marvel Stan Lee, li gel xêzkarên wekî Jack Kirby û Steve Ditko, gelek rêzeyên superlehengan jî afirandin. 1961 bi Fantastic Four re, yekemîn rêza superlehengan ya nû ya Marvel derket.Lee giranî da ser nakokiya kesane û pêşkeftina karakteran, ya ku superlehengên tekûz yê 1940an bi piranî kêm bû. Di vî nifşê nû yên superlehengan de Thing, Spider-Man, Hulk û X-Men hebûn.

Di dawiya salên 1960î û destpêka 1970î de, superlehengên ne spî di xêzeromanên Marvel de xuya bûn. Yê yekem Black Panther, keyê dewleta aşopî ya piçûk a Afrîka Wakanda bû. Mînakên din Luke Cage, kirêgirtiyek afrîkî-amerîkan, û Shang Chi, hunermendek leşkerî yê asyayî ne. Tevî rêwerziya xweya nû, ev kesayet bi nisbet pir caran stereotipî bûn.Cage karanîna zimên li ser bingeha fîlmên berî ên blaxploîtasyonê yên wê demê, û karakterên asyayî hema hema bi tevahî di kung fu an karateyê de jêhatî bûn.

Di vê demê de, ji Wonder Woman-ê ve cara yekem, di xêzeromanên superlehengan de karakterên jin ên bihêz xuya bûn . Di destpêka 1960î de, ew Invisible Invisible Girl û Marvel Girl wekî jinên lawaz hatin tê xistin, bi piranî ji hêla lehengên mêr ve hatin rizgarkirin. Lêbelê, di salên 1970î de, ev kesayet bêtir jixwebawer bûn û karakterên jin ên nû, bihêz derketin. Spider-Woman, Storm, Mrs. Marvel ên Marvel û Power Girl a DCyê çend mînak in, lê her du paşîn femînîstên tundrew bûn.

Derketina mijarên tarî („Serdema bronzî a xêzeromanên superlehengan ) biguhêre

"Serdema Zîv" a bi kêf bi çapa Amazing Spider-Man ji sala 1973ê „The Night Gwen Stacy Died“ bi dawî bû. Di vê lênûskê de, Gwen Stacy, kesayetek bicih û hevala Spider-Man, bi trajîkî dimire.[2] Vê yekê xala werçerxê nîşan kir ji ber ku berê ne adet bû ku bila kesayetiyek wisa piştgir bimre.

Bi destpêka 1980an, Marvel Comics gelek antî-lehengên serfiraz afirandin, di nav wan de Punisher, Wolverine ji X-Men, û ji nû ve tercimekirina nû ya Daredevilê Frank Miller. Van kesayetan bi gumanan êş kişandin û ji hêla rabirdûyek tarî ve trawmatîze bûn. Ji ber vê yekê malbata Punisher ji hêla mafyayê ve hate kuştin, û Wolverine her gav li dijî hestên wî yên ajalî şer dikir . Daredevil çîroka paşxaneke nû stend ku tê de ji hêla bavê xweyê serxweş ve hate lêxistin. Vê bûyerê û zarokatiya wî ya dijwar di Hell's Kitchen de jiyana wî ya paşê diyar kir.[3]

Di 1985an de, weşanxaneya DC biryar da ku di rêzeya Crisis on Infinite Earths de tevahiya cîhanên hevhesû yê DC-ê hil beweşîn e û wekî beşek ji 50-saliya xwe û gelek pirsgirêkên têgihîştina xwendevanên nû gerdûneke nû çêbike. Armanc jêbirina nakokiyên heyî û bidawîkirina tevliheviya di derbarê lehengên bi heman navî de li cîhanên cihêreng ên paralel bû, ji ber ku piştî Crisis ji her lehengê re tenê guhertoyek hebû.[4]

Veavakirina di rêzeya piçûk Watchmen (1986) de bi dawî bû. Alan Moore û Dave Gibbons cîhanek ji lehengên perçebûyî, vekişiyayî, û hetta sosiyopatîk afirandin. Di heman demê de, Frank Miller The Dark Knight Returns, çîrokek li ser Batmanê bi temenê kal ku ji karbesê vedigere , çêkir.Rêze leheng wekî mirovekî dîn ajotî, ji ber kuştina dêûbavên wî li ber çavên wî trawmatîze bû, û bi ceribandinê re civak bi zorê li gorî vîna xwe teşe da.

Hin rexnegiran dibawerînin ku ev meyl li gorî xîreta 1980an bû. Di vê demê de kesayetek ku bi fedakarî ji bo qenciyê şer dikir êdî ew qas pêbawer bû; Ji aliyek din ve, karakterên wêranker an ji xwe-guman, şêweyek vegotinê ya nû pêşkêşî kirin. Serkeftina Watchmen û The Dark Knight Returns cûrbecûr texlîdan; bi destpêka salên 1990î de, antîleheng hema bibû norm.

Di salên 1990an ên paşîn de, rêgezek dijber dest pê kir ku hewl da ku superlehengên klasîk ji nû ve vejîne. Sernavên wekî Astro City-a Kurt Busiek û Tom Strong-ê Alan Moore mînakên vê bîranînê ne.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Nehrlich, Thomas. Einführung (bi almanî). Bielefeld , Almanya: Lukas Etter/Thomas Nehrlich/Joanna Nowotny. rr. 27–33. ISBN 978-3-8376-3869-1.
  2. ^ Blumberg, Arnold (11 adar 2016). "The Night Gwen Stacy Died. The End of Innocence and the Birth of the Bronze Age" (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 26 tîrmeh 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 nîsan 2022.
  3. ^ Miller, Frank û yên din (1983). Daredevil. Roulette (bi îngilîzî). Cild Volume 1. New York City: Shooter, James. {{cite book}}: Di |cild= de nivîsa zêde heye (alîkarî)
  4. ^ Woodward, Jonathan (11 adar 2016). "The Annotated Crisis On Infinite Earths" (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 8 çiriya paşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 nîsan 2022.