Catwoman

Karaktera honakî

Catwoman (Selina Kyle) karaktereke xêzeçîrokên weşanxaneya amerîkî DC Comics e .Karaktera ku ji hêla Bill Finger û Bob Kane ve hat afirandin, di sala 1940an de di hejmara yekem a rêzeya xêzeçîroka Batmanê de yekem car xuya bû .

Catwoman
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Gotham City (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê jidayikbûnê
Selina KyleLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Pîşe
Bav
Carmine Falcone (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
InconnuLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwişk û bira
Mario Falcone (en)
Sofia Falcone (en)
Alberto Falcone (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Helena Wayne (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Endama
Injustice League (en)
Justice League (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xwendekara
Richard Dragon (en), Ted Grant (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malper

Ji serî de, Catwoman dizeke dilgir bi kostûmeke reş ku dijbera Batman bû, lê xêzeçîrokên paşîn de wê bi Batman û nasnameya wî ya rastîn, Bruce Wayne re jî têkiliyek evînê pêş xist. Catwoman wekî karakter di lêanînên cihêreng ên rastî yên Batman de dixuye , di nav de rêzefîlma televîzyonê ya sala 1960an (di nav yên din de ji hêla Eartha Kitt û Julie Newmar ve tê lîstin), di fîlma Batman Returns (ji hêla Michelle Pfeiffer ve tê lîstin) û di fîlma The Dark Knight Rises (ji hêla Anne Hathaway ve tê lîstin. Di sala 2004an de, Halle Berry rola sernavê di fîlma Catwoman de lîst, ku tenê li ser bingeha xêzeçîrokan bû. Di rêzefîlma televîzyonê ya Gotham de, Selina Kyle ji hêla lîstikvan Camren Bicondova ve hate lîstin.[1][2] Herî dawî, Zoë Kravitz di fîlma The Batman de rola Selina Kyle lîst.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "About the Show" (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 19 tebax 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 çiriya paşîn 2023.
  2. ^ Andreeva, Nellie (4 adar 2014). "'Touch' Star David Mazouz To Play Bruce Wayne In Fox Batman Drama 'Gotham'". Deadline.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 28 çiriya paşîn 2023.