Sovanî

sovkî, navê xwarineke pêjgeha kurd e

Sovanî, sovkî, navê xwarineke pêjgeha kurd e.

Çima sovanî? biguhêre

Sov di wateya xela, naştayî, xelag de ye. Ango dema tunebûn, birçîbûnê. Navê xwarinê hinekê îronîk e. Ango "di xelayê, sovaniyê de jî mirov dikare pîvazê bibîne, vê xwarinê çêbike".

Di vê xwarinê de berkeliyên biha nîne. Xwarin ji pîvazê ye. Di orgînala xwe de goşt tê de tune. Lê niha goşt û rizê jî tevlî dikin. Berê pîvazan diavitibûne nava avê, dikelandine û ji ber ku di demên xelayê de melzeme kêm bûn, çi bidîtana dixistine nava qatên pîvazê yên kelandî. Bo mînak, nanê kartû, pincarên çolê ûêd.

Divê mirov bêje, pîvaz wekî xwarineke neteweyî ya kurd e.

Gelo çima miriye? biguhêre

Gundî li serê rê meytekê dibinîn. Serî binî kontrol dikin ka kî ye, çima miriye. Tûrê wî vedikin ku tê de tenê nan û pîvaz heye. Ji xeynî wan ti tiştekê ji ser dernakeve.

Gundî dibêjin: "Heyran, nanê wî jî heye, pîvaza wî jî. Ma ev zilam çima miriye?"

Berkeliya sovkiya nûjen û bigoşt biguhêre

  • 6 serî pîvaz
  • Nîv kg goştê kişandî
  • 2 kevçî rûnê nivîşkî
  • 1 stekan (qedeh) riz (birinc)
  • 2 kevçî rûnê ron
  • 1-2 kevçî mergeya îsotê (salçeya îsotê)
  • 1-2 kevçî mergeya fringiyê (tomatos, bacanê sor)
  • Îsota tûj (îsota sor, tûj û pûlpûlî)
  • Îsota reş
  • 1 stekan simaqa hebî
  • Reşke
  • Awîşen (cehter)
  • Pûjan (tihtavik)
  • Xwê (xwêya zêde zirarê dide tenduristiyê)
  • Li ser daxwazê biharbêhn (biharat)

Çêkirina sovkiyê biguhêre

Binê pîvazan jêbikin, qalikên wan bigirin. Bi giştî (bêî hûrkirinê) di nava ava kelî de bixaşînin û têxin makêşê (mevsik, parzûn, safok). Bi sivikî (ne şidyayî) biguvişînin, qatên wê ji hev derînin.

Rizê bişon, bidarivînin. Simaqa bi qasî 10-15 deqe di avê de bihêlin û bidarivînin. Rûnbirêşka xwe bînin, rûnê ron û nivîşkî biqijilînin. Merge, biharbêhn û xwêya ya bikinê, tevdin. Rûnbirêşkê ji ser agir bigirin.

Goştê kişandî û rizê têxin rûnbirêşkê tevbidin. Bi vê têkela we amade kiriye, pîvazên xwe dabigirin, ango wekî kutilkan (dolmeh) tije bikin.

Kutilkên we tije kirine di quşxane yan beroşeke fireh de rêz bikin, ava simaqê berdin ser. Gava ava wê keliya, derxûnê (devangê) bigirin û di agirê nizm de bi qasî 20-40 deqe bikelînin.

Xwarina xwe têxin binikên xwarinê û bi germî bixwin.