Sorewîlka mezintir

(Ji Sorewîlk hat beralîkirin)
Sorewîlk
Demê ku sorewîlk difire, pûrtên sor an pempeyî xuya dikin
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Aves
Kom: Phoenicopteriformes
Famîle: Phoenicopteridae
Cins: Phoenicopterus
Cure: P. roseus
Navê zanistî yê latînî
Phoenicopterus roseus
Pallas, 1811
Hevwate

Phoenicopterus antiquorum

Sorewîlk an flamîngoyê mezintir (Phoenicopterus roseus), cureyekî flamîngoyan (Phoenicopteridae) e.

Belavbûna erdnîgarî biguhêre

 
Sorewîlkekî nîv-mezin (ser) bi Sorewîlkekî nîv-mezinekî din (binî) dema firrandinê

Sorewîlk ku bi berfirehî belav dibe li hinek herêmên parzemîna Afrîkayê. Sorewîlk li beravên Pakistan û Hindistanê li başûrê Asyayê tê dîtin û li Spanya, Albanya, Tirkiyê, Kurdistan, Yewnan, Kîpros, Portûgal, Îtalya û herêmê Kamargê li Fransayê jî tê dîtin. Hindek gelheyên sorewîlkan pirr dûr koçber nabin.

Şayes biguhêre

Sorewîlkekî nîv-mezin dixwe li Walvis Bay

Sorewîlk ji navê wî de xuya ye ku ew cureyê mezintir di nav flamîngoyan de, ku dirêjiya wî di navbera 110-150 cm û giraniya wî di navbera 2-4 kg ye. Lê sorewîlkekî nêr ku dirêjiya wî gihîşte ta 187 cm û giraniya wî gihîşte 4.5 kg gor ku hatiye tomar kirin.[2] Sorewîlkê mezintir nêzî Flamîngoyê Amerîkayê û Flamîngoyê Çîliyê ye.

Reftar biguhêre

Temen biguhêre

 
Komek sorewîlkan li baxçeyê lawiran li Baselê

Sorewîlk ta 60 salî an bêtir dijî di rewşa girtinê de gor baxçeyê lawiran li Baselê. Sorewîlkê tewerê bi temen mezintir yê nas ew e, ku bêtirî 77 salî ye li baxçeyê lawiran yê Adelayid li Awistralyayê rûniştî bû ji sala 1933an de û ew li wir bû (dema 2011an).[3]

Têkiliyan bi mirovan re biguhêre

Herrêşeyên dijî sorewîlkan biguhêre

Yek caran ku sorewîlk li çiravê şor ya Kutç li Hindistan û Pakistanê ser kabloyên elektrîktî bi hêza 1000 watên elektrîktî disekine an rûniştî be nêzî jîngehê xwe, tê sotin û kuştin.

Dîrok biguhêre

Impratorên romanan zimanên sorewîlkan nolê xwarinên xweş dihesibandin.[4]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ BirdLife International (2012). "Phoenicopterus roseus". IUCN Red List of Threatened Species. Version 2012.1. International Union for Conservation of Nature. Roja gihiştinê 16 tîrmeh 2012.
  2. ^ Kopîkirina arşîvê (PDF), ji orîjînalê (PDF) di 26 sibat 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 29 tebax 2013{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ "Australia youths "maul flamingo"". BBC News Online. 30 çiriya pêşîn 2008. Roja gihiştinê 17 nîsan 2009.
  4. ^ 'stanford-flamingo'

Girêdanên derve biguhêre

  Li Wikimedia Commons medyayên di warê Sorewîlka mezintir de hene