Skype bernameyek ji bo telefonkirina li ser înternetê ye.

Skype© 1.0 bi kurdî

Skype bernameyeke sade û belaş e ji bo dan û standina telefon, civîn û peaman li ser xeta înternetê. Bernameya Skype ji aliyê berhemdarê bernameya P2P KaZaa hatiye weşandin. Bi alîkariya P2P mirov dikare pêwendiya navbera kompûtera ava bike.

Çend bikêrhatinên balkêş ên Skype:

  • Di Skype de mirov dikare heta 5 kesan civînekê çêke.
  • Axiftana bêsînor bi kesên din ên bikarhinêrên Skype re li her terefê cîhanê.
  • Zelaliya deng, dengê axaftina Skype ji telefona normal zelaltir e.
  • Lîsteya têkiliyan, Têkiliyên Skype wekî messenger, mirov, heval û nasên xwe bi navê wan an jî heke telefona wan tomarkirî (qeydkirî) hejmara telefona wan dixe nav têkiliyên xwe, û dema ew kes te li ser xeta înternetê zindî bibîne dikare li te bigere.
  • Hemû pêwendiyên Skype veşartî ne, tene di navbera "te û wî" de çêdibe.

Skype bi du zaravên zimanê kurdî kahet wergerandin, soranî û kurmancî. Skype belaş e, lê ne nivîsbariya azad e.

Girêdanên derve biguhêre