Silêman Alî (z. 1963 li Serê Kaniyê) çîroknivîseki kurd e.

Silêman Alî
Jidayikbûn1963
Serê Kaniyê
PîşeÇîroknivîs
biguhêreBelge

Silêman Alî di sala 1963'an de li Serê Kaniyê (başûr rojavayê Kurdistanê) hatiye dinyayê.

Li Rûsyayê, li unîversîteya Moskovayê dîploma magîstra di rojnamevaniyê de stendiye. Babetê dîploma wî »pirsa kurdî di rojnamevaniya rûsî de« bû. Beşdarî di damezrandina Navenda lêkolînên Kurdî li Moskoyê de kiriye û heya sala 1995an tê de kar kiriye. Ji sala 1995an û vir de li Almanyayê dijî. Sala 1980'î dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Piştre gotar, lêkolîn û çîrok nivîsandine û bi wergerê re jî mijûl bûye. Ji destpêka salên 90î û vir de babeta wî ya bingehîn bûye çîroka kurt. Babeta çîroka wî heya niha jiyan û rojana mirovê kurd e. Çîrokan bi zimanê almanî jî dinivîsîne. Sala 1999an pirtûkeke çîrokan bi kurdî bi sernavê »Derdo« li welêt belav kiriye. Bi almanî di sala 2002an de pirtîkek tevî çend nivîskarên biyanî bi sernavê »Rêkên jiyanê« çap kiriye.

Çavkanî biguhêre