Siçwan, Stewr

Gundekî Stewra Mêrdînê

Sîçwa anko Sîçwan, an jî Siçyan [2], (1928: ?[3]; 1946: Siçvan[4]; bi tirkî navê wê Başağaç e) gundekî ser navçeya Stewra Mêrdînê ye.

Sîçwa
Başağaç
Sîçwa li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Sîçwa
Sîçwa
Koordînat: 37°37′8″Bk 41°0′41″Rh / 37.61889°Bk 41.01139°Rh / 37.61889; 41.01139
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMêrdîn
NavçeStewr
NahiyeStewr (navend) (?)
Bilindahî
930 m (3050 ft)
Nifûs
 (2010)
134[1]
Koda postayê
47860
Koda telefonê0482
Map
biguhêreBelge

Ev gund bi temamî ji 33 mala pêk tê. Di navbera du çiyayan de hatiye avakirin lê derdorê wê yî din jî hemu çiya ne. Li derdorê vî gundî Dêrslavê, Memika, Zivinga Menda û gundê Cewzê hene. Li ser rêya Midyadê û Stewrê ye. Qereqola leşkeran di destpêka wî gundî de heye ji ber wê yekê rêya vî gundî berî gundên din hatin qirkirin. Kuçeyên gund hemû bi kevirê peyagerê hatine avakirin û li vî gundî pergala kanalîzasyonê jî hatiye raxistin.

Giyayê herema wê bi pirahî zerd e, lê bî kêmahî beyar û mêrg jî lê hene. Ev gund bi kaniyên xwe navdar e. Gelê Sîçwanê ciwan bi pirahî çûne Stembolê û wekî din jî li Ewropayê jî xelkê wî gundî hene. Di gund de bi pirahî extiyar dijîn.

Perwedehî biguhêre

Xwendekarên wî gundî dibistana serî li gund dixwînin lê ji bo dibistana navîn û dibistana amadehî diçin navçeya Stewrê.

Aborî biguhêre

Ev gund bi xwedîkirina ajala û bi cotkariyê jiyana xwe didomîne. Rezê vî gundî jî hene, ku dibe payîz gundî tirî dikin dims û difroşin.

Gelhenasî biguhêre

Sal Gelhe[1]
2014 198
2010 134
2000 339
1990 325
1985 409

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b Yerelent, Başağaç
  2. ^ INDEX ANATOLICUS
  3. ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
  4. ^ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.