Seyîdxan Kurij (z. 1960 li gundê Kur, Çewlîg), nivîskar û rojnamevanekî kurd e. Bi giranî bi kirdkî (dimilî, zazakî, kirmanckî) dinivîsîne.

Wî bi xwe perwerdeya endazyariya makîneyan dîtiye. Ji ber sedemên polîtîk ji Kurdistanê derketiye û li derveyî welêt dijî. Li bajarê Almanya, Duisburgê ji sala 1991'î virde weşangeriya radyoyê dike. Di gelek kovar û rojnameyên kurdî de nivîsar û hevpeyvînên wî tên weşandin.

Ji sala 1997'î virde di nava koma xebatê ya Vate de ye û yek ji niviskarên kovara Vate ye. Ji rezbera 2004'î vir ve yek ji endamên redaksiyona rojnameya Peyama Kurd e û berpisiyarê beşa zazakî ye[1].

Berhem biguhêre

  • Wayê Hot birayûn: Sanikan û Deyîranê Çewlîgî ra, Weşanên Arya, Îstanbul, Nîsane 2002, 128 r.
  • Filît û Gulîzar, Weqfa Kurdî ya Kulturî Stockholmê, Stockholm, 2004, 28 r.
  • Arwûnçî û Lûy, Enstîtuya Kelepûrê Kurdî Şaxê Duhokî, Duhok 2010, 223 r.
  • Şeyh Said Hareketi -Tanıkların anlatımı ile-, Weşanxaneyê Lîs, Îstanbul, 2013
  • Ahmet Say, Ca Yo Ke Tij Ti Ra Bena Vila, wergêr: Seyidxan Kurij, Evrensel Basım Yayın, Îstanbul, 2013, 130 r.

Çavkanî biguhêre