Seyîd Bîlal (z. 1132 - m. 1212), yek ji neviyên Pêxemberê Îslamê Muhemmed û Hiseyn e.[1]

Seyîd Bîlal
Jidayikbûn
Seyîd Bîlal

1132
Mirin1212
Bêcirman
Heskîf
Cihê goristanêBêcirman
SerdemSedsala 12an û 13an
DînÎslam
MalbatYek ji neviyên Muhemmed û Hiseyn
biguhêreBelge

Jiyana wî biguhêre

Di 1132ê de li Bexdayê ji dayîk bûye. Navê bavê wî Seyîd Harun û navê diya wî jî Fatima ye. Di sala 1154ê de dema xelîfeyê Bexdayê Harûn Reşîd bû bi zordarî ye hatiye gundê Bêcirman. Bêcirman wê demê de di bin destê Mîrê Botanê dê bû. Seyîd Bilal di sala 1212ê de li Bêcirmanê wefat dike. Gora wî li Bêcirmanê ye û her sal dema meha îlonê di hefteya duyemîn roja pênçşemê de li dora Bêcirman, ji bajarê Heskîf, Kercews, Êlih, Midyad, Mêrdîn û gelek deverên din gelê kurd tên ser gora wî.

Seyîd Bîlal di nav gelê kurd de yekî girîng û mezin tê dîtin ji ber vê yekê gelê kurd tê ser gora wî dua dikin û bi taybetî jî kesên ku nexweşê wan hebin têne Bêcirman ji xwe re şîfayê hêvî dikin. Ji ber ku nexweşiya derbas bikin heywanan ser jê dikin û li ser gora wî sûreya Yasîn, Quran tê xwendin. Seyîd Bîlal yekî taybet û girîng e ji ber vê yekê ji Bêcirmanê re dibêjin gundê seyîdan û di nav gelê kurd de gundekî taybet e.

Çîrokek li ser Seyîd Bîlal tê gotin ku rojekê mîrê Botan derdikeve nêçîrê û li dora Bêcirman kîvroşkek dibîne. Dide pey kîvroşkê ku wî bikuje kîvroşk diçe pey Seyîd Bîlal xwe diveşêre. Mîrê Botan mêze dike ku zilamek li wir limêj dike û kîvroşk jî diçe pey wî xwe vedişêre. Mîrê Botan matmayî dîmîne û diçe ba wî zilamî bi Seyîd Bîlal re diaxive û li wir mîrê Botan fêhm dike ku ev zilam zilamekî girîng e. Ji Seyîd Bîlal re dibêje ev deverên ku bi çavan tê xuyan hemû ji te re û ji te bac nastînim. Navê Bêcirman ji ber vê yekê lê hatiye danîn.

Ji wê demê heta osmanîyan jî li wî gundî bac nedihat standin. Ji ber ku li gund Seyîd Bîlal û yê li wir dijîn hemû seyîd bûn. Di pey re ku Cimhûriyet hate îlankirin tirk navê wî gundê ku bac nedihate standin ji asîmîlasyon û înkar kirin, û navê gundê kirin "Vergîlî" yanî "yê ku bacê xwe didin".[2] Mixabin ev polîtîkayên wisa yên asîmîlasyonê li pir deveran hatiye kirin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Seyyid Bilal Türbesi". Malpera Wezareta çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê (bi tirkî). Roja gihiştinê 15 tebax 2020.
  2. ^ Aktaş, Turan (2 îlon 2013). "Gundiyan hikûmet ava kirin". Avestakurd. Roja gihiştinê 15 tebax 2020.