Sevda Demirel (jdb. 28'ê nîsana 1972an li Langen, Almanya[1]) model, stranbêj, lîstikvana sînemayê û pêşkêşvana bernameyê ya tirk e.

Sevda Demirel
Jidayikbûn28ê nîsana 1972an(1972-04-28) (52 salî)
EsilTirk
PîşeModel, stranbêj, lîstikvan , pêşkêşvan
Salên çalak1988 - roja me
biguhêreBelge

Jiyan û kariyera wê

biguhêre

Malbata wê bi eslê xwe ji Dîlokê ye.Dema ku li Almanyayê lîseyê dixwend, di tîma basketbolê de bû. Di vê serdemê de wek stranbêja Asım Can Gündüz dest bi xebatê kir û binavûdengiya xwe zêde kir.[2] Paşê 8 salan li ser qonaxên cihê, li bakurê Iraqê jî wek stranbêj kar kir. Dema ku ew 16 salî bû, dê û bavê wê ji hev berdan, di heman salê de hat Stembolê û dest bi modelsaziyê kir. Ew di çend fîlman de lîst. Di sala 1996'an de bi Salih Güney û Engin Koç re di fîlma "Otostop" de rola sereke lîst. Di 9'ê hezîrana 1997'an de di operasyona laşfiroşiyê de hat binçavkirin. Midûrê Asayîşa Stembolê Ramazan Er ragihand ku Demirel bêsûc e.[3]

Teqîna sîlîkonên wê[4] û sîle ku di bernameya İki Kere Kiki de li Hande Ataizi da, di dîroka magazînên Tirkiyeyê de ji bûyerên sansasyonî nin. Sê albûmên wî yên bi sernavê Sevda Gibi (2002), Sus (2005) û Uyanma Vakti (2007) hene. Hunermend di sala 2019’an de bi strana xwe ya bi navê “Sevda Tokatı” vegeriya ser karê xwe yê muzîkê ku salên dirêj rawestandibû. Di sala 2022an de strana xwe ya bi sernavê "Yağmur" ku gotin û muzîka wê ji aliyê wê ve hatiye nivîsandin, derxist.

Fîlmnîgarî

biguhêre

Dîskografî

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Sevda Demirel kimdir?". Biografi.info (bi tirkî). Ji orîjînalê di 5 adar 2016 de hat arşîvkirin.
  2. ^ "Boku Yedik". YouTube (bi tirkî). Roja gihiştinê 3 çiriya paşîn 2024.
  3. ^ "Emniyette `Sevda' depremi". Milliyet (bi tirkî). 9 tîrmeh 1997. Ji orîjînalê di 16 kanûna paşîn 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 çiriya paşîn 2024.
  4. ^ "Silikon, masaj yapılmadığı için patlamış". Hürriyet. 6 gulan 1998. Ji orîjînalê di 16 kanûna paşîn 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 çiriya paşîn 2024.