Sermiyan Mîdyat, (jdb. 2ê kanûna pêşîn a 1974an; Enqere) Lîstikvan, derhêner, senarîst û şanogerekî Kurd e.[1] Mîdyat bi koka ji navçê ya Mîdyat a Mêrdînê ye lê li Enqereyê hatiye dinê.

Sermiyan Mîdyat
Navê rastî
Sermiyan Midyat
Jidayikbûn2ê kanûna pêşîn a 1974an (49 salî)
EsilKurd
PîşeLîstikvan, Senarîst, Şanovan, Derhêner
Salên çalak1995-niha
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Sermiyan Mîdyat, di 2 ê Kanûna 1974 an de li Enqereyê ji dayik bû.[2] Midyat di sala 1998an de bi ezmûn beşdarî perwerdeya Şanoya Nobedar nû û (Lîstikvan ên asta navîn) ji lîstikvanên wek Ferhan Şensoy, Derya Baykal, Rasîm Oztekîn û Tuncel Kurtiz perwerdeya şanoyê dît. Mîdyat di sala 1998an de li Navenda Perwerdeya Gel a Kadikoyê şanoya akademîk xwend. Piştî ku sê salan beşa kîmyayê ya Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Stenbolê xwend û di sala 1994an de ket hundir û derbasî Fakulteya Karsaziyê bû Li Navenda Perwerdeya Giştî ya Kadikoyê weke aktor û alîkarê derhêneriyê kar kir. Piştre bi lîstikvanên wek Haluk Bilginer û Zuhal Olcay re xebitî.

Di 2 lîstikên cuda de wek lîstikvan di Atolyeya Lîstikê de cih girt. Mîdyat ku di gelek fîlm û rêzefîlman de derketiye pêşberê û bi rola xwe ya weke (bi tirkî) Arıza Hamza ya di rêzefîlmê Emret Komutanım de bal kişand.[3] Di sala 2007an de lîstika yekemîn a şanoyê bi navê Oyunbozan (lîstikxirabkar) , 9 Mehên Dawî nivîsand û derhênerî kir . Her wiha helbestên stranên Kulîlkên Lemonê yên ji aliyê Mustafa Cecelî tê gotin û strana Birîna Dil ji aliyê Ozcan Denîz ve tê gotin, Sermiyan Mîdyad nivîsîye.

Mîdyat di hevpeyvînekê de di derbarê jiyan û zaroktiya xwe wiha anî ziman "Di sala 1980î de ez zarokek 6 salî bûm; Bavê min ji ber ku (nêrîna siyasî) çepgi û ku Kurd bû di girtîgehê de bû. Min ew tenê di demên cejna de di girtîgehê de didît. Min heta 16 salî nedikarî bibêjim navê min kurdî bû. Dema mirov ji jiyaneke bi vî rengî tê, bi vî rengî li jiyanê dinêre; Tu dibî pirsgirêk. Hinek jiyana xwe di komedî, hinek bi drama, hinek jî bi tengezariyê, bi vî awayî tînim ziman"[2]

Fîlmografî biguhêre

Rol û derhênerî biguhêre

Rol û nivîsa senaryoyê biguhêre

Xelatên wî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Profîla twîtterê ya fermî".
  2. ^ a b ""Okulda Andımız'ı okurdum, eve gelirdim Kürtçe; devreler yanıyor"". Milliyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 1 kanûna paşîn 2021.
  3. ^ "Sermiyan Midyat Kimdir ? - Sermiyan Midyat Hayatı ve Biyografisi". www.haberler.com. Roja gihiştinê 1 kanûna paşîn 2021.