Serhildana Taiping (çînî: 太平天國之亂, pinyin: tàipíng tiānguó; Wate: "Bihuşta Taiping" ), serhildana siyasî û olî ye ku di sedsala 19an de (1850-1864) li Çînê derketîye. Ew li piraniya welat, bû sedema wêraniyeke berfireh û mirina nêzîkê 20 milyon kesan û pêvajoya hilweşîna xanedana Qing (1644-1912) dest pê kir.

Serhildana Taiping


Pêşveçûna Serhildanê biguhêre

Serokê serhildanê gundîyek xizan bû ku navê wî Hong Xiuquan bû. Bi bawerîyek nû derkete holê. Ewî îddîa kir ku ew birayê Îsa ye û kurê Xwedê ye û ew ji Çînê re hate şandin da ku reform bike. Feng Yunshan, yek ji hevalên nêzîk ên Hong, civatek olî ya bi navê Bai Shangdi Hui (Yekîtiya Bawermendên Xwedê) damezrand. Hong di sala 1847an de beşdarî Bai Shangdi Hui bû, sê sal şûnda serhildanên wan dest pê kir. 12ê çîl ya 1851an de daxuyand ku wî Keyanîya Aşitiya Mezin (Teyinging Tianguo) damezrand û sernavê Keyayê Xwedayî (Tianwang) hilda.

Pêşbazîya "di milkta hevparî"; gelek karker û gundî kişand tevgerê. Propagandeyên li dijî xanedana qing jî bu sedem ku tevger lî hemû welat belav be. Bi vî rengî, hêzên Taiping, di destpêkê de ji çend hezar mirovên pêk dahat, vegerîya artêşekî ku ji 1 milyon leşkerên gelek bi dîsîplîn û fanatîk pêk tê. Çemê Yangtsê derbaskirin, ketin bakurê Çînê û artêşê di 10ê adara 1853an de Nanjing bi dest xist. Bajarê ku navê wî li Tianjin (Paytexta xwedayî) hate guhertin, bû navenda serhildanê. Piştî demekê artêşek hate şandin ku Beijing bi dest bixe û xanedana Qing hilweşîne.Ev hewîldan têk çû, lê di serhildanê de li Geliyê Yangtze Jorîn, gelek serkeftin hatin bidestxistin.

Di vê navberê de, serokkomarê Taiping Yang Xiuqing hewl da ku hemû hêz bigire destê xwe. Li ser vê yekê, Yang û bi hezaran alîgirên wî hatin kuştin. Gava ku Wei Changhui, yê ku Yang Xiuqing ji holê rakir, gelekî bi hêz bû, Hong ew jî da kuştin. Fermandarekî din yê Taipingê, Shi Dakai, dest bi metirsiya jiyana xwe kir û bi hinek serhidanêran va, ji Hong veqetîya.

Serhildanêran xwestin ku Şanghay bi dest bixin lê bi ser neketin. Ji hêla din ve, xwedanên axên herêmî, ji ber ramanên serhildaran yên tund li dijî Konfusyustî ,ne nêzî Taipinig bûn, bi serokatiya Zeng Guofan da dest bi damezrandina leşkerên çekdar kirin. Nanjing, ku di sala 1862an de ji hêla van leşkeran ve hate dorpêç kirin, di tîrmeha 1864an de piştî berxwedanek dirêj, ket. Hong Xiuquan ji bajêr nerevî û xwe kuşt. Berxwedanê li deverên cihêreng ên welat heta sala 1868an berdewam kir.

Di bin rêveberiya Taiping de, zîmanê Çînî hate hêsan kirin. Wekheviya mêr û jinan hate îlan kirin.

Bi serhildana Taiping re, xanedana Qing qels bû û êdî nîkarîbu li ser Çînê rêvebirîyê bike. Di salên paş de, hem neteweperwer û hem jî komunîstan mîrasa vê serhildanê hildan ser milên xwe.

Girêdanên Derve biguhêre


Çavkanî biguhêre

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.