Ali Serhat Baran

muzîkvanê kurd
(Ji Serhat Baran hat beralîkirin)

Ali Serhat Baran rojnamevan û hunermendekî kurd e. Baran yek ji endamên Koma Dengê Azadî bû.

Ew di sala 1974an de li Kurdistana Bakur li bajarê Amedê hate dinê. Heya 17 saliya xwe ew li Amedê jiya û li wir xwend.

Sala 1991an de çû Stenbolê û li wir dest bi Zanîngeha Stenbolê, beşa rojnamevaniyê kir.

Sala 1992an wî dest bi xebata rojnamevaniyê kiriye û heya sala 2000î di rojnameyên kurdî yên politik, wek Azadî, Dengê Azadî, Ronahî, Hêvi û Roja Teze de xebitiye.

Serhat Baran sala 1991î dest bi muzîkê kir. Ew ji 1994 heya 2001î gitarîst û solîstê „Koma Dengê Azadî“ bû û bi vê komê re du kasetan dertîne.

Sala 2001î de ew diçe Almanyayê û niha bi malbata xwe li Almanyayê li bajarê Stuttgartê dijî. Ew niha li Stuttgartê li Zanîngeha Media, beşa dîzaynên agahdariyê de perwerdeyê dibîne.

Ali Serhat Baran xwedî û amadekarê malpera gotinên stranên kurdî www.ronibaran.de ye.

Girêdanên derve biguhêre