Serhad Bapîr wênesaz û grafîkçêkerekî kurd e.

Jiyan biguhêre

Di sala 1964'an da li Bakurê Kurdistanê, li bajarê Tetwanê hate dinê. Hê ji dibistana navîn beşdarê têkoşîna rizgarîxwaz a netewî ya gelê Kurd bû. Ji ber beşdarbûna vê têkoşîna polîtîk, di sala 1983'yan da serê wî bi cunta Tirka ya wê demê ra kete belayê, lê geriyan.

Di sala 1984'an da, wek penaberekî polîtîk, derbasê Yewnanîstanê bû. Ji sala 1987 heta 1992'yan beşa Wêne û Hunerên Pratîk a Akademiya Hunerên Ciwan a Zanîngeha Arîstotelîs a Thessalonîkî xwend. Di beşa wêna da li atolyên Prof. Vangelîs Dîmîreas û Dîmîtrîs Kondosda dersan girt. Ji bo xwendina xwe ya hunerî ya zanîngehê, di navbera salên 1985 û 1992'an da ji Enstîtuya Kurdî ya Parîsê burs stend. Di navbera salên 2001 û 2007'an da, dı Beşa Grafikê ya heman zanîngehê da, li atoliya Prof. Ksenefon Sahînîs da xwend.

Ji sala 1995 a heta 1997'an li Navenda Çandî ya Stavrupolîs a Thessalonîkî wek mamostê resim xebitî. Ji sala 1997'an û vir va di dibistana navîn da kar dike. Ji sala 1993'an vir va endamê Komela Hunermendên Nîgarkarî ya Bakûrê Yewnanistanê (K.H.N.B.Y.), ji sala 1994'an pê va jî endamê Yekîtiya Hunerên Nîgarî ya Yewnanistanê (Y.H.N.Y.) ye û jı sala 2005'an pêva endamê Yekîtiya Grafîkçêkerên Yewnan (Y.G.Y.) e.

Ji sala 1985an vir va li Thessalonîkî dijî.

Berhem biguhêre

Berhemên wî, di Galeriya Şîrketa Perwerdeyî ya Makedonî (Ş.P.M.), di nav civanbenda (Kolleksîyon) “TEXNΔ Şîrketa Makedonî ya Hunerî Şaxê bajarê Kîlkîs, civanbenda Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, civanbenda kovara Nûdemê li Swedê, civanbenda Sotîrîs Tsukalîs û dî nav cîvanbendên gelek kesên dîn da hene.

Pêşengehên Ferdî biguhêre

  • 1997 Navenda Çandî ya Stavrupolîs, Thessalonîkî, Yunanîstan.
  • 1998 "TEXNÎ" Şîrketa Makedonî ya Hunerî, Şaxê bajarê Kîlkîs,Yunanîstan.
  • 1999 "Il Rifugio d’ artista", Gîannîtsa, Yunanîstan.
  • 2001 Kitêbxaneya Kurdî, Stockholm, Swêd.
  • 2002 Eywana Hunerê ya Sînemateatroya Arîstoteles, Thessalonîkî, Yunanîstan.
  • 2008 TEXNOHOROS, Eywana Hunerê, Athina, Yunanîstan.
  • 2009 Navenda Çand û Hunerê ya Vafopulîo, Thessalonîkî, Yunanîstan.
  • 2019 Navenda Çand û Hunerê ya Vafopulîo, Thessalonîkî, Yunanîstan.

Pêşengehên Tevayî yên Sereke biguhêre

  • 1992 Pêşengeha 4 an a mezunên Akademiya Hunerên Cwan a Zanîngeha Arîstoteles a Thessalonîkî, li Şîrketa Lîmana Thessalonîkî.
  • 1994 Otêla Sîthonîa Beach, Xalkîdîkî, bi Komela Hunermendên Nîgarkarî ya Bakûra Yunanîstanê (K.H.N.B.Y.) re.
  • 1995 Eywana Hunerê “ART İsavron ", bi K.H.N.B.Y.re.
  • "DİMİTRİA”,Bajarvaniya Thessalonîkî, li Galeriya Şîrketa Perwerdeyî ya Makedonî (Ş.P.M.), bi K.H.N.B.Y. re.
  • 1997 “DİMİTRİA”, Bajarvaniya Thessalonîkî, li Galeriya (Ş.P.M.) bi K.H.N.B.Y. re.
  • 1998 Pêşengeha wêneyan Galeriya Eksostis, Thessalonîkî.
  • The 1 st. International Miniart Bienniale Vãsby 98, Swêd.
  • 1999 Pêşengeha Grafîkan, Galeriya Eksostis,Thessalonîkî.
  • "Wêneyekî û Hezar Daxwaz", li Eywana Hunerê Alaca İmaret a Bajarvaniya Thessalonîkî, bi K.H.N.B.Y. re.
  • 3:rd Egyptian İnternational Print Trienniale 1999, Kahîre, Misir.
  • 2000 Pêşengeha Mînyatoran, Galeriya "IANOS" Thessalonîkî, bi K.H.N.B.Y. re.
  • Triannala 1an a Grafîkên Yunan, Galeriya Pieridi, Atîna, bi Yekîtiya Hunerên Nîgarî ya Yunanîstanê (Y.H.N.Y.) re.
  • 2001 Pêşengeha 1a ya Mînyatoran a Yunanîstanê, Di beşa grafîkan da Xelata Pêşengehê, Eywana Hunerê ya Vafopoulîo ya Bajarvaniya Thessalonîkî, bi K.H.N.B.Y. re.

Ji Nav Weşanan biguhêre

  • Grafîkên Serhad, kataloga pêşengehê, Şaredariya Stavrupolîs, 1997, Thessalonîkî.
  • Kostas Laxas, nivîskar, wênekar, pêşgotina ji bo kataloga pêşengeha 1997 an.
  • İ Avriani, 29ê adara 1997 a, rojnama rojane, Thessalonîkî. "Girafîkçêkerê Kurd bêdengiya xwe betal kir"
  • Armanc, hejmara 177 a, Nîsana 1977 a, Swêd.
  • Nûdem, hejmara 23 ya, Payîza 1997 a, Swêd, hevpeyvîna bi kovara wêje û hunerî ra û albuma 24 rupelî bi 26 grafîkên hunermend di heman hejmarê da.
  • Nea Poria, 16 Çileya 1998 a, rojname, Kîlkîs. "Îfadeya nîgarî ji Kurdistanê, pêşengeha wêne û grafîkan a hunermendê Kurd Serhad”.
  • İdidis, 21 ê Çileya 1998 a, rojname, Kîlkîs. “ Serhadê Kurd li TEXNİ, hunera xwe pêşberî me dike”.
  • Kronos, 30 yê Çileya 1998 a, rojname, Kîlkîs. “ Pêşengeha grafîkan – Serhad, dîmen, nîgar, Kurdistan."
  • Grafîkên Serhad, kataloga pêşengehê, “ TEXNİ ”, Şîrketa Makedonî ya Hunerî, Şaxê bajarê Kîlkîs, 1998.
  • İ Avgi", 21 ê Çileya 1998 a, rojnama rojane, Atîna. "Hunermendekî Kurd li Kîlkîs"
  • Angelioforos, 21 ê Çileya 1998 a, rojnama rojane, Thessalonîkî. "Rikîtiya Jîyanê"
  • Nea Mamedonia, 1ê sibata 1998 a, rojnama rojane, Thessalonîkî. Hevpeyvîna Hefteyê “ Serhad, kolandina nîgarên têkoşînê ” Hevpeyvîna bi Smaro Xrîstîdou xanim ra.
  • Nûdem, hejmara 28 a, zivistana 1998 a, Swêd. "Ji Serhad Bapîr çend girafîkên nû ".
  • “Rêya ber bi yê tenişta te dûr e. ” Rêze dokumenter a Qanala 3 ya televizyona dewleta Yunan ET3, 1998.
  • Katia Kilesopulu, dîrokvana hunerê, kataloga "Hunermendên Nîgarkarî ya Bakûra Yewnanîstanê", 15 sal piştî damezirandina Komela Hunermendên Nîgarkarî ya Bakûra Yunanîstanê (K.H.N.B.Y.), Weşanên “ İANOS ”, Çileya 2000 a Thessalonîkî.
  • Jiyana Rewşen, hejmara 37 a, Sibata 2000 an Stenbol, Tirkîye.
  • Kataloga Triennala 1 an a Grafîkên Yunan, Galeriya " Pieridi ", Atîna, 2001.
  • Civanbenda Şîrketa Makedonî ya Hunerî “TEXNİ ” ya bajarê Kîlkîs, Eywana Hunerê yaVafopulîo ya Şaredariya Thessalonîkî, Nîsana 2001 a.
  • Kataloga Pêşengeha 1 a ya Hunera Mînyatorî a Yewnanîstanê, Eywana Hunerê ya Vafopulîo ya Şaredariya Thessalonîkî, 2001.

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre

  • Serhad Bapîr, Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê