Serdar Êwez Xanê Celalî

Serdar Êwez Xanê Celalî serdarekî wêrek û mêrxas ê kurdên Xorasanê ye ku 130 salan berî niha, derûdora salên 1890`î li bakûrê Xoarasnê li serheda Qûçan û Şîrwanê tev xizm û kesên eşîra Celalî li gundê Pîrûzeyê (Fîrûze) ku niha seyrangeh û bajarekî bedew li axa Tirkmenistanê ye dijiyaye. Fîrûzeya wê serdemê gundekî xweş û bedew di nav çiyan de bû û ji ber vê yekê gelek bala ûrisan kişandibû ser xwe. Loma wan hewil dida ku bi her awayî vî gundî li axa xwe zêde bikin. Ûrisan zextek berfireh li ser paşayên tirk ên Îranê di wê serdemê (Qeceran) anîn ta ku Fîrûzeyê ji Îranê bistînin û dawî da jî bi ser ketin û li gor soznameya Axalê (Ahal) Fîrûze û hin deverên din ji peravên deryaya Xezerê heta serhedên Mane û similqan, Bijnûrt, Şîrwan, Qûçan, Deregez (Mihemed Awat), Kelat û Serexsê li ser sînorê Îran û ûrisan li axa xwe zêde kirin. Li gor vê lihevkirina rayedarên xayîn ên Îranê ji wan Nasireddîn Paşa û rayedarên ûris, pêwîst bû ku kurdên Celalî war û diyarê xwe li Fîrûzeya rengîn vala bikin û ber bi gund û bajarên Şîrwan û Qûçanê va paşva bikişin. Lê kurdên celalî ev lihevkirina û ev soznameya xayînane qebûl nekirin û bi serokatiya Serdar Êwez Xan soz dan ku war û diyarê xwe bernedin û neterkînin. Wan heta 12 salan ji dema pêkhatina soznameya Axalê û lihevkirina ûrisan û paşayên xayîn ên Îranê, dev ji Fîrûzeya xwe rengîn bernedan û bi şer û cengaweriya xwe Fîrûze parastin, tevî ku him ji aliyê Îranê va û him ji aliyê ûrisan da zexta ji bo valakirina Fîrûzeyê li ser wan bû lê wan hema wisan diyarê xwe parastin, helbet ku di salên dawî da Fîrûze ji dest dabûn jî lê hema wisan şerê tev ûrisan berdewam kirin. Eger çi ku di dema şerê Celaliyên Fîrûzeyê tev ûrisan gelek ji xan û xelkê gundên derûdor alîkarî didan wan û carna jî rayedarên Qûçan û Bijnûrt û Şîrwanê alîakriya wan dikirn (û carna jî guh nedidan daxwaza wana alîakriyê!) lê em nikarin bêjin tevgera Serdar Êwez xan tevgereka neteweyî – çi ji aliyê kurdan va û çi bi giştî gelên navçeya bakûrê Xorasanê – bû ji ber ku piranî eşîra celaliyan û malbat û xizmên Serdar Êwez Xên bûn ku şerê ligel sellatên (Saldat) ûrisan dikirin.

Helbet mêrxasî û wêrekiya ku Serdar Êwez Xan û Xwişka wî Tûfegul û kesên din ên serhildana wan nîşan dan ewqas di wê serdemê da mezin û bêmînak ku êdî çîroka wan li her gund û deverî li nav kurdên Xorasanê belav bûbû û heta roja îro li ser zimanê xelkê, li gotina dengbêjan û stranbêjan û bexşiyan û hwd maye. Belê çîroka Serdar Êwez Xan wek çîrokeka hemasî ma û Êwez Xan jî bû sembola mêrxasî û welatparêziya kurdên Xorasanê. Roja îro her kes Êwez xan nas dike, wek Evdalê Zeynikê, Wek Derwêşê Evdî, wek …

Fîrûze di dawî ji Îranê veqetandin û li axa ûrisiyet zêde kirin. Gelek xizm û malbat ji hev veqetiyan. Erê li vir jî serxet û binxetek çê bû. Gelek kurd dîl girtin û revandin, gelek ji wan heta Sîbiryayê birin. Ewna li kampên xebata mecbûriyê bi cih kirin û hinek ji wan heta dawiya jiyana xwe li wir man û hinek jî piştî ۵۰-۶۰ salan vegeriyan welatê xwe… [1]

Îro strana Serdar Êwez Xan li ser lêvên her dengbêjekî şîn dibe biguhêre

Serdaran siyar bûn dane ber çiyan,

Her du zengûyên hespê serdêr bizdiyan

Gulêk lêket le nav pîl, yêk le bêçiyan

Got pismamê Aras mirim je tiyan

Namirad û pir erman, serdar Êwez xan

Hêjayî gotinê ye ku divê em Serdar Êwezên xwe yên roja îro nas bikin. Êdî em nikarin bi têgeh û naverokên berê di cîhana îro da bijîn. Êdî di cîhana îro da pêdiviya me kurdan bi zaniest û têgeh nû û teze heye. Divê em hertim di paşxane û dîroka xwe da nemînin. Divê em jî wek gelên din bi zimanê xwe û bi pênase û nasnameya xwe di warên cûrbicûr ên zanistî, civakî, felsefe û hwd din bixebitin û her roj bêtir ji berê ziman û çanda xwe biparêzin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Berat Qewî Endam – Xorasan (Qûçan)
  • pirtûkek roman bi navê Qehremanan (Çîroka jiyana Serdar Êwez Xan ê Celalî) ji aliyê birêz Haşim Ferhadî va bi zimanê farsî hatiye nivîsîn û weşandin. Her wiha ev pirtûka ji aliyê birêz Cemşîd Muînî Ferd va bo kurdiya kurmancî hatiye wergerandin û li benda çape ye.
  • malpera Kurdên Xorasanê Girêdana arşîvê 2015-05-11 li ser Wayback Machine