Semendê Siyabendov
Semendê Elî Siyabendov (bi rûsî: Саманд Алиевич Сиабандов, Samand Aliyjevich Siabandov, jdb. 20ê sermaweza 1909an li Oblasta Qersê - m. 14ê sermaweza 1989an li Rewanê, Komara Sovyet a Sosyalîst a Ermenistanê ), leşkerê Artêşa Sor, nivîskar, asûdar û ramyarekî Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst ku bi eslê xwe kurdê êzidî bû[1][2]. Ew ji bo şerê li dijê Almanyaya Nazî sernavê leşkerîyê Lehengê Yekîtiya Sovyetê wergirt.
Xelatên wergirtî
biguhêre- Lehengê Yekîtiya Sovyetê ( bi Nîşana Leninê û Xelata Stêrka Zêrîn bi hêjmara 5980 ,24'ê adara 1945) ji bo Xurtanîya nimûne di têkoşîna hemberê dagirkerên Nazîyê û ji bo mêrxasî û lehengî
- Nîşana Leninê ( 24'ê adara 1945)
- Nîşana Ala Sor,2 cara ( 1'ê gelaweja 1943, 27'ê tîrmeha 1944)
- Nîşana Şerê Welatparêziyê,pola yekemîn, 2 cara ,( 19'ê reşemiya 1945, 6 'ê avrêla 1985) û pola duyemîn (30' ê sermaweza 1943)
- Nîşana Stêrka Sor ( 9'ê tîrmeha 1942)
- Nîşana Rozetî ya Rûmetê , 2 cara
- Nîşana wêrekîyê (ya Yekîtiya Sovyetê), 22'ê berfanbara 1942
Berhemên wî
biguhêre- Ferhenga ermenî-kurdî (1957)
- Siyabend û Xecê (1959)
- Jiyana bextewar (1966)
Çavkanî
biguhêre- ^ "Moscow News, 1946". www.saradistribution.com. Roja gihiştinê 14 tîrmeh 2019.
- ^ "Люди, награжденные высшими наградами за совершенные подвиги и выдающиеся заслуги перед народом и государством, чьи имена навечно запечатлены в истории Победы". pobeda.poklonnayagora.ru. Ji orîjînalê di 16 nîsan 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 tîrmeh 2019.