Semed Behrengî
Semed Behrengî (bi farisî: صمد بهرنگی, lat. Samed Behrangi) nivîskarekî navdar yê îranî ku bi eslê xwe azerî ye.
Semed Behrengî (1939-1968) nivîskarekî îranî (azerî) yê bi nav û deng e. Bêtir bi çîrokên xwe yên ji bo zarok û gêncan hatiye naskirin. Her çendî ew bi çîrokên xwe xitabî zarokan dike lê, di eynî wextî de şîretan jî li mezinan dike.
Samed Behrengî di 1939ê de li Tebrîzê ji dayik bûye. Li gelek gundên Azerbeycana Îranê mamostetî kiriye.
Di 1968 de ji alî hêzên tarî yên dewleta Îranê ve tê kuştin. Demek di ser kuştina wî re derbas dibe, termê wî di çemê Arasê de tê dîtin.
Berhem
biguhêre- Xoxek û hezar xox (Wergera Kurdî: Elî Paksirişt (Makûyî)
- Masîreşa Biçûk (Wergera Kurdî: Elî Paksirişt (Makûyî) , Weşanxaneya Ronahî, Amed, 2009)
- Xoxek û Hezar Xox
- Kevokvanê Keçel
- Ûldiz û Qijikên Reş (Wergera Kurdî: Mihemed Ronahî, Weşanxaneya Ronahî, Amed, 2009)
Çavkanî
biguhêreLi Wikimedia Commons medyayên di warê Semed Behrengî de hene.
- Mehmûd Lewendî: Kovara Mehname, hj. 74, 3/2006
Ev gotara li ser nivîskar an helbestvanekî/ê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |