Seîd Yûsif Mîrê Bizqa Kurdî " 1947 - 2020 "

Seîd Yûsiv
Jiyan
BernavMîrê Bizqê[1]
Jidayikbûn1ê kanûna paşîn a 1947an
Qamişlo
Mirin26ê sibata 2020an (73 salî)[2]
Stembol, Tirkiye
NeteweKurd
AmûrBizq
biguhêreBelge

Stranbêj û hunermendekî kurd e .

Seîd Yûsif di 1ê rêbendanê sala 1947an de, li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê jidayikbûye .

Seîd Yûsif yekem hunermend bû ku Bizq aniye Cizîra Rojavayê Kurdistanê û hemû temenê xwe da huner û muzîka Kurdî. Wî bi dehan kaset û bi sedan stranên nazik û xweş li pey xwe hîştin .

Seîd Yûsif ku wek mîrê bizqê dihat naskirin, bi hunera xwe li hemû aliyên Kurdistanê û li cîhanê jî deng dabû .

Ew ne bi tenê sazvan û dengbêje lê belê helbestvan û awazsaz e jî, ji destpêka wî ta roja koça wî rist û awazên stranê xwe bi xwe aferandiye û wisa jî daye bi dehan ji hunermendên din jî .

Di salên şêstî de wî berê xwe da Beyrûtê û li wir Koma Newroz damezrand û dest bi belavkkrina muzîk û filklora Kurdî kir, ku bala civaka, hunermend û siyastemedarên Libnanî kişand mîna Kemal Canpolat, Saib Selam û hinên din .

Awaz û stranên Seîd Yûsif li seranserî Kurdistanê Belav bû, û ta roja îro tên strandin mîna "Ez Keçim keça kurda me", "Çawa tê her e" ,"Oy Felek".

Ji ber berhemên wî UNSCO komek ji stranên wî çap kir li ser CD ya zêrîn , û li Nemsa polek bi navî wî çap kirin.

Seîd Yûsif di 26ê Sibata 2020an de li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir û li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê hate veşartin

Hin berhemên wî biguhêre

 
Seîd Yûsiv
  • Mala we li cem mala me ye
  • Ez ji van gewran hez dikim
  • Min serê xwe rakir
  • Tu ji dil dernakevî
  • Oy felek bot e dinalim
  • Çavê xezalê

Hin xelatên Seîd Yûsiv standine biguhêre

  • Wêneya wî li ser pûlekî ji aliyê zanîngeha Uppsalayê ya Swêdê hatiye danîn.
  • Sêleke zêrîn ji saz û awazên wî ji aliyê rêxistina Çand û Hunerê ya UNESCO ve hatiye belav kirin.
  • Peykerekî bronzî ji aliyê enstîtuyeke muzîkê ve li Norwêcê jê re hatiye çêkirin.
  • Wekî rêzgirtin hikûmeta Tirkiyê regezname – cinsiya Tirkiyê daye Seîd Yûsif.
  • Li gorî tembiya muzîkjenê ereb yê navdar Mihemed Ebdilkerîm, Bizqa wî ya taybet ji bo hunermend Seîd Yûsif hatiye diyarkirin.

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Mîrê Bizqê li Qamişlo bi xakê hat spartin". www.kurdistan24.net. Roja gihiştinê 20 kanûna pêşîn 2020.
  2. ^ "Hunermendê Navdar Seîd Yûsiv Koça Dawî Kir". VOA. Roja gihiştinê 20 kanûna pêşîn 2020.

Şervan Agirî