Koma Qamişlo
Koma Qamişlo komeke muzîkê ya kurd e ku cara yekem di nav salên 1982an de dest bi muzîkê kiriye.
Koma Qamişlo ne wek komên din ên muzîka Kurdistanê bû. Hejmarek mezin ji dengbêjên ku ji Qamisloyê bûn, beşek ji Dengê Qamişlo dihatin gotin. Hin ku dikarin bêne nav kirin ev in: Seîd Yûsiv, Mihemed Şêxo, Mehmûd Ezîz Şakir û Seîd Gabarî Lê belê ji ber dirêjahiya rewşa siyasî ya Tirkiye û Sûriyeyê komek rast ava nebû. Endam ji malbat û eşîrên cuda dihatin.[1] Mirov dikare bihesibîne ku ev kom beriya xwenîşandanên 2004-an li Qamişloyê belav bûye
Koma Dengê Qamişlo, weke pêşengê Hunergeha Welat tê dîtin. Her du jî li Qamişlo bûn lê li seranserê Rojava belav bûn.[2]
Strana Dayê dayê
biguhêre- Gotara bingehîn: Dayê dayê (stran)
- Gotara bingehîn: Ölürüm Türkiyem
Di medyayên civakî de derket holê ku melodiya strana Dayê dayê ji bo strana tirk a nijadperest Ölürüm Türkiyem hatiye dizîn. Dû re hat îdia kirin koma Qamişlo di sala 1986an de konserek li bajarê Qamişlo daye û di vê konserê de strana "Dayê dayê" cara ewil hatiye xwendin. Ji bo vê îdîayê heta îro tu çavkaniyên pêbawer nehatine nîşandan, tevî ku îhtimaleke mezin heye ku melodiya stranê hatiye dizîn. Muzîkjen Mustafa Yildizdogan jî ragihandiye ku wî bi xwe muzîk çênekiriye.[3]
Demek şûnda helbestvan û hunermend Gernas Koçer bi rojnameyên cuda re kete têkiliyê û îdia kir ku wî ev stran nivîsiye. Koçer got, ji ber ku ew naxwaze di arşîvan de bi xeletî bi cih bibe û lewma dixwaze bila ew bê sererast kirin:
Di çapemeniyê de hatibû nivîsandin ku Koma Dengê Qamişlo di sala 1986an de stran gotiye. Lê min helbesta vê berhemê li ser hevalên ku di sala 1990an de li Cûdî şehîd ketine nivîsî û me awaz çêkir û bi Koma Niştimanperwer di sala 1990an de li maleke Êlihê bi awayekî korsan tomar kir.
— Gernas Koçer
Ev mînak nîşan dide ku îro jî çanda kurdî bi awayekî bê rehm tê dizîn û biyanîkirin. Ev jî îspata wê yekê ye ku çanda kurdî divê bi qanûnê bê parastin.
Albûm
biguhêre- 1986,[çavkanî hewce ye] Dayê
- 2003, Li Qamişlo
Çavkanî
biguhêre- ^ Dazwani - Eşîrek kurdî, 2024, roja gihiştinê 5 tebax 2024
- ^ Hommage an die Guerilla: „Li Herî Jorê“ von Hunergeha Welat, 2024, roja gihiştinê 5 tebax 2024
- ^ Yıldızdoğan şaşırdı: 1992’de besteledim ama “müziği bana aittir” demedim, 2017, roja gihiştinê 6 tebax 2024