Science (tê wateya Zanist) kovareke navdar a zanistê ye û li ser navê American Association for the Advancement of Science (AAAS, Civaka Amerîkayî bo birêvebirina/piştgiriya zanînên xwezayî) derdikeve ye.

Kovar hefteyî ye û li dora 130.000 aboneyên wê hene. Di sala 1880'î de ji aliyê rojnamevan John Michaels hatiye damezirandin. Pirranî zanîngeh, akademî û ciwanên ku ji zanistê hez dikin, vê kovarê dixwînin. Weşaneke wê ya online jî heye û heya niha zêdetirî milyonekê xwendekarên wê çêbûne. Bi taybetî li ser beşên nû yên zanistê (genetîk, xweza, biyoteknîk hwd) dinivîsîne û cih dide pêşketinên aktûel.

Navenda kovarê li Washington D.C., (DYA) ye. Şaxekî wê li Cambridge (Brîtanya) jî heye. Gerînendeyê giştî yê weşanê niha Donald Kennedy ye.

Girêdanên derve Biguhêre