Rosario
Divê ev gotar ji aliyê rêziman, hevoksazî yan jî rastnivîsê ve were sererastkirin.(tebax 2024) |
Rozariyo (bi spanî "Rosario”), bi 1.025.000 gelhe, bajarê herî mezin yê stana Santa Fe ya Arjêntîna ye ku li perava Robarê Parana û li bakûrê rojavayê Bonos Ayrêsê çê bûye.
Rosario | |
---|---|
Bajar | |
Rosario li ser nexşeyê | |
Koordînat: 32°57′27″Bş 60°38′22″Ra / 32.95750°Bş 60.63944°Ra | |
Dewlet | Arjentîn |
Li beşa îdarî | |
Paytexta | |
Dema avabûnê | 5 tebax 1852 |
Îdarî | |
• Şaredar | Pablo Javkin (2019–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 179 km2 (69 sq mi) |
Bilindahî | 31 m (102 ft) |
Nifûs | 1.193.605 (2010) |
Dem | |
Koda telefonê | 0341 |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Rosario ji ho yên firajîn, şona mezbajarkî ya giring, dapartandîyekî bajarkî yê girs, û navendekî giring yê terxan kirin re bûn, ji sedsala 19em ve heta nuha duyem bajarê herî giring yê Arjêntînayê bûye. Ji aliyê şon û gelhe jî sêyemîn bajarêgirs yê Arjêntîna ye.
Rosario serbajarê Dapartandiyê Rosario ye û li korrê dalanê deskirdîtiyalê herî giring yê Arjêntînayê, cê digire. Şona mezbajarî ya Rosario yê Mezin, ligel bajar û bajarokan û gûndên xwe, girtûperrê (derdorê) 1.350.000 gelhe yên xwe heye. Bajarê Rosario ji xwe pernalgehekî hesinrêkî yê serekî ye. Her wesa nawan dikarin bi Robarê Parana ve bigihin bi bajar û Pesargehê Rosario. Pirdê Rosario-Vîctoriya ser Robarê Paranayê, Rosario girê dide bi Vîctoriya.
Rosario yek ji hindek bajarên Arjêntîna ye ku damezrêner yan darêserekî taybet ji wî re tine. Paliştvana wî bajar Deja Rosary ye ku roja gobenda wê 7ê çiriya pêşîn e. Stêrebarê 14812 ji şanaziya wê re hatiye navandin.
Dîrok
biguhêreDîroka navçeya ku îro bi Rosario hatiye dagîr kirin, ji sedsala 17an dest pê dike. Berwarê dirûstê damezrandin ne diyar e. Yekem xwediyê erd û zevî Serpol (Kapten) Luis Romero de Pineda bû, û yekem nîştmanê hêstokal ê fermal (resmî) jî bi Santiago de Montenegro, ku li sala 1751an de wesa şaredar hate hilbijartin, sereta bû.
Li 27ê sibata 1812an de dirêşeya Arjêntîna (ala Arjêntîna) ya nû li peravên Paranayê de jibo yekem car bi destê Jeneral Manuel Belgrano hate hejandin.
Heta sala 1852an bazirganiya derekî li Rosario de pawan (qedexe) bû. Belam (labelê) vê ferman li 5ê tebaxa 1852an de bi destê Justo Jusé de Urquiza, hemew kes ku duma daxwazeka wî Rosario wesa bajar hate nas kirin, tê perrî û îbtal bû. Bi 1880an Rosario bû bi yekem bazarê terxanê Arjêntînayê û li sala 1887an de jî girtûperrê 50.000 nîştecê têde dijîn. Tenanet (hetta) Rosario jibo 3 caran wesa pêtextê federal hatiye nas kirin belam (lêbelê) her car vê ferman tê perriye.
Li 1911an de hevalmenî (kompaniya) ya Fransîzî ya hesinrê ya Ferrcarril Rosario y Puerto Belgrano dêrrekî xetekî li nav Rosario û Porto Bêlgrano, navendê serekiyê nawajotinî yê Arjêntînayê, damezrand.
Bi 1946an Rosario ji bi hêz gihiştina Juan Perón paliştvanî kir çimku gelek ji netewel kirin (neteweyî kirin) û pere-yarî dana bi deskirdîtiyan berjewendî (menfe’et) dibir. Belam Perón li sala 1955an de ji kar û ferman hate dakendin û serokîtiya wî tê perrî. Li 1969an de karkeran û xwendewanan li şeqaman de dij bi dîktatorîtî tengezarî (protesto) nîşan da. Li serdemê dîktatorîtî, ku li 1976an de dest pê kir, sedan paleweran hatin bêserûşon kirin.
Gerçî dîktatorîtî li 1983an de cihê xwe da demokrasî belam (lêbelê) daketina aborî yek ji kelepûr (mîras) ên genij (xirab) ên dîktatorîtî ji ferwarmenî (hukumet) ya nû ya democrat re bû. Li Rosarioyê jî hindek şorişan ku bi tarrandin akam kir, rû dane. Li serdemê Menem de rewşa aborî genijtir (xrabtir) bû. Li 1995an de bêkarûfermanîtî gihişt 21.1% û partekî mezin ji gelê Rosarioyê ketin jêr dêrrê hêjarîtî. Du re, villas miseria (xanîkgerrekan) hatin firajîn.
Duma vejûjandina (baştir vekirina) aboriya netewel (aboriya netewî) ku pişt daketina 2001an re hat, rewşa aboriya Rosarioyê hatiye jûjan (baştir bûn).
Hikûmet
biguhêreRosario bi yek Leqa Rêvebirî, bi serokîtiya Şaredar (cêgeh: Palacio de Los Leones), û yek Leqa Zagondaner, ku birîtiye ji Hencemena Hielsengêner (cêgeh: Palacio Vassallo), tê birêvebirin.
Bajar bi 6 navçeyan hatiye dapartandin (Navend, Bakûr, Bakûrê Rojava, Başûrê Rojava, û Başûr) ku her kîj jibo xwe şaredarîyek heye.