Roja Nû (rojname)
Rojnameke siyasî, folklorî û kulturî ya Kamiran Alî Bedirxan ku ji sala 1943a heta sala 1946a bi kurmancî û fransî derdiket
Roja Nû, rojnameyeke Kamiran Alî Bedirxan bû. Hejmara pêşî 3ê gulana 1943an de derket.[1] Bi tevahî 73 hejmar derketin û ya talî di 27ê gulana 1946an de hate çapkirin.[2] Ew bî zimanê kurdî û fransî dihate derxistin. Rojname ji 4 rûpelan pêk dihat, 3 rûpel bi kurmancî bûn û yek bi fransî bû. Hejmara herî dawî ya 73emîn tevahî bî zimanê fransî derket.[3]
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/0/07/Roja_nu_%28rojname%29_hejmar_1-73.pdf/page1-220px-Roja_nu_%28rojname%29_hejmar_1-73.pdf.jpg)
Rojnameyeke hefteyî bû, lê ji ber rewşa aborî û ciyopolîtîkî, hem hejmarên wê li ser hev nehatine çapkirin û hem jî hatiye rawestandin.
Tevî ku rojnameyeke siyasî bû, lê belê gelekî guh daye filoklor û çanda kurdî jî. Hin nîvîskarên rojnamê: Dr. Kamiran Alî Bedirxan, Celadet Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Hesen Hişyar, Qedrî Can, Mistefa Ehmed Botî.
Binêre
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ "AK | Arşîva Kurdî". ontwikkel2.mvanlaar.net. Ji orîjînalê di 23 çiriya pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2022.
- ^ Roja Nu Hejmar 1 73. 1943.
- ^ Roja Nu Hejmar 1 73. 1943.