Qoruxçî

Gundekî Bismila Diyarbekirê
(Ji Qorixçî hat beralîkirin)

Qoruxçî anku Qorixçî (bi tirkî: Korukçu), gundekî Bismilê ye. Li ser rêya Bismil û Batmanê de 5 km dûrî navçeyê ye. Çemê Dîcle di vî gundî re derbas dibe.

Qoruxçî
Korukçu
Dîcle, li Qoruxçiyê
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Diyarbekir
Navçe Bismil
Nahiye Bismil (navend)
Demografî
Gelhe (2012) 459[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°50′3″Bk 40°44′6″Rh / 37.83417°Bk 40.73500°Rh / 37.83417; 40.73500
Bilindayî 545 m
Koda postayê 21520
Koda telefonê (+90) 412
Qoruxçî li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Qoruxçî
Qoruxçî
Qoruxçî (Tirkiye)
Map

Niştecihên gund Mendî ne. Nêzîkî 100-200 sal berê ji Mendan çûne Tepê û ji wir jî hatine Qoruxçî ava kirine.

Debara gund bi çandinîya pembo, garis, şebeş, genim, nîsk, ce û hwd û xwedîkirina heywanan û masîvanîya li ser Çemê Dîcleyê ye.

Gund li ser rêya koçbariya çûkan e. Ji ber vê yekê jî di demsala koçbariyê de gelek çûkên xerîb lê dihên dîtin.

Gelhenasî biguhêre

Sal Gelhe[2]
2012 459
2000 449
1990 284
1985 -

Pêşangeh biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ tuik, 2012, ji orîjînalê di 23 nîsan 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 30 tîrmeh 2014
  2. ^ Yerelnet, Korukçu, ji orîjînalê di 9 hezîran 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 30 tîrmeh 2014