Qizilce

Gundekî Xarpêtê

Qizilce (bi tirkî: Kızılca), gundekî piçûk û şîrin ê di herema Oxiyê da ye. Deşta ku bajarê Depê bi xwe jî di tê de cîh digire bi navê Oxî yê tê navkirin. Oxî bi xwe navê heremê ye. Depe bi navê fermî Karkoçan e ku qezayek girêdayî bajarê mezin Mezre yê ye. Mezre bi navê fermî Elaziğ e. Di navbera Mezre û Depê 100 km ye. Dep alîyê rojhilat dikeve. Navbera Depê û Çewlîgê/Bîngolê 50 km ye. Qizilce li bakûrê Depê dikeve. Navbera Depê û Qizilcê 5–6 km ye. Gundên ku bi sinorên xwe cîranên Qizilcê ne avana ne: Hemzelîyan, Cobir, Oxçîyan, Mêrga Mendê, Badiran, Alikana Jorin û Alikana Jêrin. Der û dora Qizilcê, yanê herema Oxi yê, havînê gelekî germ e. Lomaye ku Hozan Zinar Sozdar di stranek xwe de wusa dibêje:

Qizilce
Kızılca
Qizilce li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Qizilce
Qizilce
Koordînat: 38°59′44″Bk 39°59′9″Rh / 38.99556°Bk 39.98583°Rh / 38.99556; 39.98583
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehXarpêt
NavçeDep
NahiyeDep (navend)
Bilindahî
1.070 m (3510 ft)
Nifûs
 (2011)
211[1]
Koda postayê
23600
Koda telefonê(+90) 424
Map
biguhêreBelge
« Erdê Depê erdekî germ e, hêkê dayînî hêk dipêjî. »

Erdê Qizilcê mîna navê wê sor e û pirr berdan e. Gundî û cotkar li zeviyên mezin nîsk, genim, lazût, gulên berbîro, zebeş û qultixan (qawûnên piçûk) diçînin/dajon.

Li deşta gundê Qizilcê mermerekî delal û has derdikeve. Bi demekî dirêj hinek fîrmayên li vê derê bi kepçan û kamyonan mermer derdixistin û dibirin bajarên din difirotin. Lê derxistina vî mermera Qizilcê pirr bi zexmete û di nav de tîş derdikevin. Lomaye ku êdî di derxistina wî dest hatîye berdanê.

Qizilce bi ava xwe yê şor û bi germika xwe yê li gola şorê û gola kûpik meşhûre. Va ava ji bona mirovên ku kevir li gurçikên wan da hene baş e. Germik jî ji bona pirzik û xurê şîfayekî mezin e. Ji ber vî yekê her sal ji derdora Oxiyê bi sedan mirov tên erdê Qizilcê, ava şor vedixwin û dikevin germikê.

Zîyareta Qizilcê, Şengul Baba, jî li wî heremê bi nav û deng e. Zîyaret di navbera Qizilcê û Mêrga Mendê da li ser tepikekî ye. Mezela Şengul Baba di nav darên Qizbanan da bi kevirên sipî hatîye çê kirin. Hinek caran mirov tên li ser zîyaretê û dûa dikin, quranê dixînin, mûman vedixinin û xaliya zîyaretê dixwin, yan jî bi tev xwe dibin mal. Gava ku roj kurt dibin û hêdî hêdî payîz tê qizbanên zîyaretê mîna xwînê sor dibin û mirov bi xwerina wan têr nabe.

Li Qizilcê jî mîna gund û bajarên din yên Kurdistanê pirr mirov li tê da nemane. Gundîyan malên xwe li ber şerê devleta romê bar kirin, koçber bûn, çûn bajarên mezin mîna Mezreyê, Stenbolê, yan jî welatên Evrûpa yê mîna Elmanya yê û Hollanda yê. Tenê kal û zarok man bi serî xwe li gundê Qizilcê.

Gelhenasî biguhêre

Sal Gelhe[2]
2011 211
2000 159
1990 255
1985 309

Çavkanî biguhêre

  1. ^ tuik, 2011[girêdan daimî miriye]
  2. ^ Yerelnet, Kızılca, ji orîjînalê di 27 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 17 çiriya paşîn 2011