Qilit, Stewr
Gundekî Stewra Mêrdînê
(Ji Qillit hat beralîkirin)
Qilit an jî Qiltê (carina wek Qillit tê nivîsandin, bi tirkî: Dereiçi) gundekî navçeya Stewra Mêrdînê di navbera Stewrê û Midyatê de ye. Debara gund bi xwedîkirina heywanan, çandina darê hewran, trî û berhemên trî ye.
Qilit | |
---|---|
Dereiçi | |
Koordînat: 37°32′55″Bk 40°57′38″Rh / 37.54861°Bk 40.96056°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Mêrdîn |
Navçe | Stewr |
Bilindahî | 935 m (3068 ft) |
Nifûs (2008) | 150 |
Koda postayê | 47860 |
Koda telefonê | 0482 |
biguhêre |
Rûniştvanên gund yên kevn bi pirranî nuha li Ewropayê ne.
Sê dêr li gund hene: dêra katolîkan, dêra ortodoksan û dêra protestanan. Dêrek gelek kevn û xerabe ku navê wê Dêra Mor Ebay ye jî li gund heye. Dêrek kevn bi navê Dêra Mor Aday jî heye.
Bi şeraba suryaniyan navdar e.
Gelhe
biguhêreSal | Gelhe |
---|---|
2008 | 150[1] |
2000 | 62[2] |
1997 | 120[2] |
Galerî
biguhêre-
Qilitê
-
Qilitê
-
Zarokên Qilitê
-
Dêra Mor Yuhanun li Qilitê
-
Dîmenek ji Qilitê
-
Qilit
-
Malek ji Qilitê