Qewaqa
Gundekî Kerborana Mêrdînê
Qewaqa (bi tirkî: Ormaniçi), gundekî Kerboranê ye. Qewaqa jî weke gelek gundên herêmê ji aliyê dewleta tirk ve hatiye valakirin. Ji lewma mirov bi tenê dikare bi dema buhurî bahsê bike. Gund di serê girekî ne zêde bilind de hatibû avakirin û ji nêzîkê 50 malî pêk dihat. Hawîrdorê gund dehl û avî bûn. Lê mixabin îro ji du-sê mirovên kal pêve kesek di gund de ne maye û herder hişk û zuha bûye.
Ev gotara têkildarî erdnîgariya Kurdistanê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |