Kolberî

#Kolber_Jiyan_Kûrdistan
(Ji Qaçaxçî hat beralîkirin)

Kolberî, carina dibêjinê qaçax, hilgirî yan kesibkarî, kar û rewşa hebûnê ya gelek kurdên ku nêzîkî sinorên Tirkiye, Îran û Îraqê dijîn û neçarî qaçaxçîtiyê dibin. Ji wan kesan re dibêjin kolber, qaçaxçî, hilgir an jî kesibkar.

Kolberî
Wêneyek ji fîlma Behmen Qubadî ya bi navê Dema hespên serxweş
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kuştina kolberan biguhêre

Ji ber bêkariyê û debarkirinê mêr, jin û zarok neçar in ku kolberiyê bikin.

Kolber ji bo debara xwe, barên giran ên têkberan didin pişta xwe û ji sinorekê derbazî sinorekî din dikin. Ew kelûpelên wek cixare, tekerên erebeyan, televîzyon, çay û her wekî din hildigirin.

Tê texmînkirin ku 120.000 kes bi vî karî re mijûl bin. Pasdarên îranî û leşkerên tirk kolberan dikujin û gelek caran ji dest datînin ser kelûpelên wan. Li gorî daneyê Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê di sala 2020an de 240 kolber û esnafên xwecih hatin kuştin[1].

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 26 gulan 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 26 gulan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)