Pira Evrihmanpaşa di navbera Gimgim û Mûşê de hatiye lêkirin.Bi sedan salan li ser Çemê Gimgimê (Ava Bîngolê) buhureke sereke bûye. Şêx Seîd û hevalên xwe dema dixwazin di vî bihurê re derbas bibin li devera vê pireyê di kevin kemînê û li vir dîl têne girtin. Pira Evrihmanpaşa a dîrokî di havîna 2020'an de ketiye ber û binê bendavê.