Pilor
Pilor navê komekê şîranîyên ji hevîr tên çêkirin e. Mirov dikare bêje ku di standarda wê de darçîn heye, bêî wê nabe. Ji ber ku zimanzanên kurd li ser pêjgeha kurd, standardkirina nav û têgînan nexebitîne û lêkolîn nekirine, carnan tevlîhevî derdikevin.
Li hin deveran pilor û helîlikê tevlîhev dikin. Li bakurê Kurdistanê roj bi roj navên bi kurdî yên xwarinan winda dibin, ji ber ku aşxane (restoran) navan bi tirkî didin, kurd jî wan bi tirkî bikartînin.
Cureyên pilorên kurdî biguhêre
- Çêkeçêk (çêke çêke jî dibêjin)
- Pilora qûşî
- Pilora kovikê
- Pilora bazarê
Berkeliya (melzemeyê) pilora Rihayê biguhêre
Çêkirin biguhêre
Rûnê helandî bikin rûnbirêşkê, ard berdinê û biqelînin. Zerayî pê ket, avê berdin navê, tevbidin. Tîr bû li binikên servîsê parve bikin. Parçeyên rûnê malê daynin ser binikan, darçîn û şekirê pê werbikin.