Pilora qûşî, pilora Wanê ji pilorên pêjgeha kurd e, li parêzgeha Rihayê deng vedaye.

Heman pilor li Botanê jî hezkirî ye, lê botanî jê re pilora dims û savarê yan jî pilora Wanê dibêjin. A rastî ji ber ku lêkolîneke zanistî li ser pêjgeha kurd nehatiye kirin û zimanzanên kurd jî nav û têgînên xwarin-vexwarinên kurdî standard nekirine, carnan tevlîhevî derdikevin, kîjan kîjan e nayê jihevderxistin.

Berkeliya (melzemeyê) pilora dims û savarê biguhêre

  • 1 SA (stekana-qedeha avê) dims (mot)
  • 1 defneya hindî (bahbûn, baybûn, pimenta racemosa, bi romî/tirkî yenibahar)
  • 3 SA av
  • 1/2 SA savar (girar)
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) devtî (nîşa, nîşast)
  • 1 KŞ ard (arvan)
  • 1/4 SA kuncî
  • 1/4 SA kakilê gûzê
  • Qevdekê yan hebikekê darçînê
  • 5 heb mêxek (qernefîl, karyofîl, latînî: dianthus caryophylllus)

Çêkirin biguhêre

Av û dimsê bi qasî 10-12 deqeyan bikelînin. Darçîn. savar, defneya hindî û karyofîlê (qernefîl, mêxek) tevlî bikin, bikelînin.

Gava savar nermijî bû, devtî û ardê di tas an badiyekê de bi avê tevlîhevbikin, viya berdin ser savarê. Dîsa kakilê pişirandî, kunviya qelandî jî.

Tîr bû, li binikên servîsê parve bikin. Viya bo zivistanê jî çêdikin. Heger hinekê din jî tîr (bi ard û devtîyê) bê çêkirin, mirov dikare di sêniyê de bavêje zorsarincê (kûrsarinc, sarincên zêde diqerimînin) û pêwîstî bû, bikarbîne.