Darçîn, (cinnamomum) navê darekê ji famîleya qaran e ku li Kurdistanê jî ji aromaya wê sûd tê wergirtin. Bi hezaran salan in, wekî biharbêhn (biharat) tê zanîn û bikaranîn. Ji sedsala 16em heya 18em biharata herî biha bû li Ewropayê. 300-350 cureyên vê darê hene.

Dara kamfûrê

Qalikên darê tên bikaranîn. Qalikan hişk dikin. Biharbêjn ji nava qalikan tê çêkirin. Bêhna wê xweş, tehma wê talşîrîn e. Fêkiyên wê jî heman in. Fêkî di çêkirina şîranîyan de kêrbar e. Darçîn di hin vexwarinan de herwiha tê bikaranîn.

Darçînên navdar biguhêre