Piştşikestî xwarineke Botanê ye. Li Amedê carnan wekî kebab jî binavdikin. Romîkî (tirkî) navê wê kirine kazan kebab. Di rastiyê de ev di distê (qazan)ê de nakele, qazan di malan, heya aşxaneyan de jî nayên bikaranîn.

Piştşikestî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Li Riha û Mêrdînê têkelên biharbêhnê yên taybet ên bo kebaban in jî tevlî dikin. Pirraniya aşpêjan pesnê versiyona herêma Mêrdînê didin.

Li vir raveka parêzgeha Rihayê hatiye dayîn.

Berkelî (melzemeyên xwarinê) biguhêre

  • 3 fringî (bacanê sor, pamîdor, şamî, tomatos)
  • 1/2 bacan
  • 1/2 SA (stekana-qedeha avê) av
  • 2 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê malê
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)

Bo hundirê wê:

  • 1 Pîvaz
  • 1 fringî (bila ne mezin be)
  • 250 gr goştê kişandî
  • 1 KŞ xwê
  • 2 îsotên dirêj (kesk, ne tûj)
  • 1 KŞ îsota pûlpelî (îsota sor, îsota tûj)
  • 1 KŞ îsota reş
  • 1 KŞ têkela taybet a biharbêhnê (bi tirkî yenibahar)

Ravek biguhêre

Qalikên bacanan bi belekî bigirin. Serî û binî bavêjin, bi qasî tiliyê (bêçî) stûr bibirrin. Di şoravê de bi qasî 20-25 deqeyan bihêlin, pakij bişon.

Pîvaz, fringî, îsotê ziravane hûr bikin, goştê kişandî, xwê û biharatê (biharbêhn) tevlî bikin, tev bidin. Quşxane yan beroşê de tîkane çêtiyên bacanê rêz bikin. Ango nava çêtiyan bi têkela we ji bo hundir amadekiribû, dabigirin. Heger hûn dîzilê (dîz, dîzik) bikarbînin baştir e, lewra jixwe di orjînalê de jî dîzil heye.

Qalikên fringiyan bigirin, di ser bacanan de hûr bikin. Rûn û avê tevlî bikin, xwê pê werbikin, di agirê zelûl (hindik, kêm) de bikelînin. Goşt û sebzeyan tehma xwe da, nermijî bû, ji ser agir daynin.