Perwaz Hisên

stranbêja kurd
(Ji Perwaz Huseyn hat beralîkirin)

Perwaz Hisên[1] an jî Perwaz Husên [2] (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Parwaz Hussein, bi erebî wekî Barwas Hussein jî tê naskirin; z. 16'ê çiriya pêşîn a 1988'an, li Hewlêrê, Başûrê Kurdistanê, Îraqa Federal) stranbêjeke ciwan a kurd e ku bi dengê xwe yê xweş di werzeya duyem a bernameya televizyonê ya kanala MBC a bi navê Arab Idol 2013 de pişkdar e û li gorî çend çavkaniyan bû "balyoza muzîka kurdî bo nav cîhana erebî"[3].

Perwaz Hisên
Jiyan
Jidayikbûn16ê çiriya pêşîn a 1988an (35 salî)
Hewlêrê, Başûrê Kurdistanê  Kurdistan
NeteweKurd
Pîşestranbêj
biguhêreBelge

Yekem car e ku di pêşbirka Arab Idol de kesekî ne ereb û ne erebîaxiv tê de beşdarî dike û Perwaz di 2013'an de li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bû keseke bi nav û deng[2].

Di 17'ê gulana 2013'an de Perwaz yek ji deh fînalîstên pêşbirkê bû û vê gavê diçe pêş. Wekî din, hejmara pişkdariyê ya stranbêja hewlêrî ya 6 (şeş) e.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Jiyana Perwaz Hisên- Parwaz Hussein". Bernamegeh. 2 îlon 2019. Roja gihiştinê 2 gulan 2022.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  2. ^ a b Berpirsên MBC daxwaza lêborînê ji kurdan dikin
  3. ^ Kovara Zînê, 5 (2013), Dihok.

Girêdanên derve biguhêre