Perdeya keçiktiyê, hîmen (bi grekî: Membran) perdeya ku di vajînayê de ye û bi yekemîn cara têkiliya seksî pirranî ji der diçe ye.

Perdeya keçiktiyê
  • Class of anatomical entity Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Tê payîn ku ew perde bo parastina organa zayender a jinê ji nexweşiyên derve ye. Gelek cureyên wê hene. Piştî têkiliya/têkiliyên seksî diterişe û bêqîmet dibe.

Perdeya keçiktiyê di çanda kurdan de û "namûs" biguhêre

Di jiyana kurd û gelek neteweyan de cihekê mezin ê vê perdeyê heye. Bi şaşî û neheqî wekî namûsa jinê tê dîtin. Gorî dab û nêrîtên civakê, jina ku beriya zewacê, parcotbûnê têkiliya seksî jiyana bênamûstî kirine. Ev prînsîp ji bo mêr derbas nabe. Mêr dikarê beriya zewacê hertiştî bike lê jin nikare. Di gelek adetên jiyana kurdan a rojane de ku ber bandora çandên din derbasî kûltûra kurdan bûne neheqî, şaşî û bêûjdaniyên mezin hene.

Hin jin ji dayîkbûnê bêî perdeya keçiktiyê tên. Ango ji xwezayiyê perdeya wan nîne. Dîsa li cem hinan ji dayîkbûnê perde yekkunî/yekqûlî ye û ew jî gelek fireh e. Li cem hinekan ne tenê yek, gelek kûn/qul hene. Heger mirov bêî zanîna bijîşkiyê rabe jinan tewanbar bike ev yeka han bêûjdanî û bêehleqî ye. Li Kurdistanê bi dehan jin ji ber şaşî, nezanî û bêehleqiyên ku ji jiyana mêrên beehleq avabûye jiyana xwe jidestdidin.

Çavkanî biguhêre