Perdeli pilav xwarineke tirkî ye, ku bi gelemperî ji birinc bi mirîşk, pîvaz û fistiqan pêk tê ku di tebeqeya tenik a hevîrê de hatiye pêçan û bi behîv ve hatiye pêçan. Pîlafê şeklê kekê dişibihe, paşê jî bi qertelan tê servîskirin.

Berkelî

biguhêre
  • 1 mirîşkek (giştî)
  • 4 SA (stekana-qedeha avê) riz (birinc)
  • 1,5 SA behîv (hebî)
  • 1 serî pîvaz
  • Xwê (solin)
  • Îsota reş
  • 2 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê nivîşkî
  • 3 SA ava mirîşkê

Bo hevîrê wê:

  • Xwê
  • 4 KX rûnê nivîşkî
  • 3 KX ard (arvan)
  • 3 hêk
  • 1 fîncan av

Çêkirin

biguhêre

Rizê di nava ava şiregerm de nermijî bikin. Mirîşkê bişon, xwê pêwerbikin, di nava 8 stekan avê de bixaşînin (bi qasî nîv katjimêrê).

Mirîşk keliya, bidarivînin, çermê wê derînin, hestiyên wê jê biqetînin û têxin badiyekê.

Behîvan di verokekê de, di nava avê de bixaşînin, bi qasî 10 deqeyan û bila ava wê jî tiliyekê ser re be. Qalikên wan bipişirînin, wan jî têxin badiyekê, dê hûn paşê bi wan mirîşka xwe bixemilînin.

Hevîrê xwe bi 2 kevşî rûnê nivîşkî bistrên, helbet xwêyê jî jibîr nekin. Hêkan biçirpînin nava hevîr. Hevîrê we amade bû, bi qasî 15-20 deqeyan bidin sekinandin.

Heger li malê heye quşxaneyeke sifirê bînin (bila fireh lê ne kûr be), rûnê nivîşkî li binê wê bidin. Quşxaneya xwe ya binrûnkirî bikin sarincokê, 15 deqe bihêlin, bila binê wê bicemide.

We quşxane deranî, behîvên xaşandî li binê wê rêzbikin. Hevîrê xwe gloverkî û sturî vebikin. Bila 10 cm ji quşxaneyê mezintir be, pelhevîrka we. Pelhevîrka xwe bi baldarî di quşxaneyê de bicih bikin.

Birinca we ya di nava avê de ye bidarivînin, bi avekê bişon û dîsa bidarivînin.

Pîvaza hûrkirî û behîvan bi rûnê nivîşkî da rûnbirêşk an verokeke din de biqelînin. Bila zerayî pê bikeve.

Rizê berdin navê û 10 deqeyan biqelînin. Goştê mirîşkê tevlî bikin û ava mirîşkê berdin ser. Binê agirê xwe nizm bikin, bikelînin.

Ava xwe kişand ji ser agir daynin, 15 deqe bidin sarkirin. Viya bînin berdin ser quşxaneya we şikeva lê raxistibû. Perên pelhêvîrka xwe yê zêde bi ser de qat bikin. Kevçiya dawî ya rûnê nivîşkî bihelînin, berdin ser û di firneyê de bi qasî 45 deqeyan bipijînin.

Bînin, deverû bikin, bi kêrê jêbikin, li binikên xwarinê belav bikin. Heger bi saxî bînin ser destexaneyê (sifre) baştir e.