Peloponês
Peloponês an jî Peloponêsos (bi yewnanî Πελοπόννησος, Pelopónnisos; bi yewnaniya kevn Pelopónnēsos) nîvgiraveke li başûra Yewnanistanê ye.
Peloponês
| |
---|---|
Peloponês li ser nexşeyê | |
Koordînat: 37°20′59″Bk 22°21′8″Rh / 37.34972°Bk 22.35222°Rh | |
Dewlet | Yewnanistan |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 22200 km2 (8600 sq mi) |
Bilindahî | 2407 m (7897 ft) |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Nav
biguhêreNav bê guman ji egîdê mîtolojîk Pelops hatiye girtin. Navê duyem nesos jî tê maneya girav, anku "girava Pelops".
Erdnîgarî
biguhêreGirav an nîvgiravbûna Peloponês nevebirî ye. Berê ew ji reşahiyê Yewnanistanê ve, reşahiyên li ser parzemîna Ewropayê, bi berzaxa Korîntê ve girêdayî bû, firehiya wê bi 6 km bû. Lê di 1893an de li ser wê kanala Korîntê hat çêkirin. Çiqas êdî ew ji reşahiya Yewnanistanê ve ne girêdayî ye jî ji bo kanalê çêkiriye ew hîn wek nîvgirav tê ditîn. Di 2004an de Peloponês bi pireke 2,2 km ve bi reşahiyê bingehî ve hat girêdan.
Peloponês li başûra nîvgirava Balkanê ye. Li rojavaya nîvgiravê Deryaya Egeyî, li rojhelat jî Deryaya Yonî ne.
Dîrok
biguhêrePeloponês dema mîkenan de, di 1100 b.z. de dawî bûbûn, navenda medeniyeta wan bû. Ew di dema yewnaniya antîk de di destên spartayiyan bû. Ji pê re Îskenderê Mezin wê heremê dagir kir. Pistê sala 146 b.z. de herem kete destên Împeratoriya Romayê. Ew dera ji pê Romayê re kete destên Bîzansê û wek Morea dihat navandin. Di 1204an de li Sefera xaçperestan a çarem ew ji aliyê latînan ve hat dagîrkirin. Ew ji pê Bîzans şunda serxwe bû re şunda hundura xakên Bîzansê bû. Lê ew di sedsala 15an de navbera Wênîs û Osmaniyan de diçû û dihat. Ew bi dawî di 1686an de kete destên venedîgiyan û heta 1715an wek Morea di destên Venedîgê de ma. Paş serxwebûna Yewnanistanê re ew şunda destê yewnaniyan ket û ew şunda wek navê xwe yê antîk Peloponês hat navlêkirin.
Çavkanî
biguhêreGirêdanên derve
biguhêreEv gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |