Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Partiya Dîmoqratî ya Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê, anku Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê (bi kurtasî; PDPK-S), partiyeke siyasî ye ku di 14ê hezîrana 1957an de li Sûriyê ji aliyê Osman Sebrî, Hemîdê Hecî Derwêş, Hemze Niwêran û çend rewşenbîr û welatperwerên din ên kurd ve hatiye damezirandin.

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
SerokHemîdê Hecî Derwêş (ya pêşî)[1]
Damezrandin1965[2]
SergehAmûdê
Endam9600 (peşbînî a 2011an)
ÎdeolojîFederalîzm, Kurdayetî, Sosyalîzm

Piştî dabeşbûna partiyê di 1965an de jiber gelek egeran, bû du partî; yek ma li ser navê xwe lê li kolanan dihat naskirin bi navê "Rast" û ya din hate naskirin bi navê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, ya "Çep". Her wiha ta sala heftiyê ji sedsala bîstan partiyeke nû hate damezirandin xwe da naskirin weke partiyek bêalî Hiyad, ew jî weke "Berzaniyan" dihat naskirin.

PDPKS kar dike ji bo pêkanîna mafên rewa ên gelê kurd li Sûriyê di çarçoveya welatekî demokratîk de bi rengekî aştiyane bi şêwazên xebata demokratîk, baweriya wê partiyê heye bi biratiya hemû pêkhatiyên Sûriyê û wî warî de xebatek giring şopandiye di karê xwe yê siyasî de, hêjaya gotinê ku PDPKS tê bi rêveberên ji aliyê sikreterê giştî ê wê partiyê mamoste Hemîdê Hecî Derwêş ji piştî dabeşbûna yekem heta dema îro, her weha hêjaye gotinê ku ew partî bi siyasetek cuda xebata xwe dişopand û li ser partiyên nerm ên kurd dihat hêjmartin û di pila siyan de tê hêjmartin di warê cemawerî de[çavkanî hewce ye].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "THE MAIN KURDISH POLITICAL PARTIES IN IRAN, IRAQ, SYRIA, AND TURKEY: A RESEARCH GUIDE". web.archive.org. 28 adar 2017. Ji orîjînalê di 28 adar 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 hezîran 2023.
  2. ^ Tejel, Jordi (29 tebax 2008). Syria's Kurds: History, Politics and Society (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-134-09643-5.