Hemîdê Hecî Derwêş

Hemîdê Hecî Derwêş (Ebdilhemîdê Hecî Derwêş, Abdulhamid Hajji Darwish), welatperwer û siyasetmedarekî kurd bû ku di sala 1936an de li gundê Qermane yê bi ser Dirbêsiyê ve ji dayik bûyê. Ew yek ji damezirênerên Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (Partiya Dîmoqratî ya Kurdî li Sûriyê) bû[1].

Hemîdê Hecî Derwêş
Abd al-Hamid Darwish.png
2019
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Hemîdê Hecî Derwêş xwendina xwe ya navendî li Şamê temam kiriye. Di 14ê hezîrana 1957an de Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê ji aliyê wî, Osman Sabrî, Hemze Niwêran û çend rewşenbîrên welatperwer ên din ve hate sazkirin. Partiya pêşîn a welatperwer a kurdên Sûriyê bû.

Di 1990î de endamê parlemana Sûriyê bû. Di 2019an de sekreterê Partiya Dîmoqratî ya Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê bû.

Hemîdê Hecî Derwêş di 24ê çiriya pêşîn a 2019an de çû ber dilovaniya Xwedê[2].

ÇavkanîBiguhêre