PDK-Xoybun rêxistineke polîtîk e.

Di Malpera xwe de PDK-Xoybun li ser xebata xwe û armancên xwe van agahdariyan rêz dikê:

Armanc û Mîsyon biguhêre

Wek tê zanîn gelê kurd di demekî tevlihev û dîrokî de derbas dibe û divê ji bo pêşketin, serkeftin û azadiya gelê kurd em tev bi hemî quweta xwe bixebitin. PDK-Xoybun.com malperekî Sîyasî, Hunerî û Çandî ye û Redaksîyona wê ji aliyên xebatkarên kevneşopên PDK-1965 tê kirin. Armanca PDK-Xoybun.com pêşketina PDK di bakurê Kurdistan de, çareseriya paşvemayîna partiyê, nasandina mîsyona PDK'ê yê, tekoşîna siyasi û xebatên li ser dîrok, huner û çanda kurd e.

Herçiqas malpera PDK - XOYBUN ji aliyê kevneşopên PDK li Bakurê Kurdistan hatibe amadekirin jî, her kurdek dikare bi qaideyên weşanên PDK-Xoybun.com ê ku li jor hatiyê ziman fikir û ramanên xwe bi azadî di vê malperê de bide weşandin û bîne ziman.

Armancên PDK - Xoybun bi taybetî biguhêre

  • Nasandina mîsyona sîyasî ya PDK'ê
  • Xebat ji bo ji holê rakirina kêmasiyên li ser dîroka kurd û Kurdistanê di înternetê de.
  • Lêkolîn û guftûgo liser tekoşîna netewa kurd, şaşitiyên sîyasî yên tên (hatine) kirin, niqaşên li ser stratejiya siyasî ya pêşeroja kurd.
  • Tehdeyîyen siyasi û civakî li ser jina Kurd û çareseriyên pirsgirekên jinan.
  • Xebaten li ser çand û hunera kurd û nasandina berheman.
  • Xebat ji bo yekîtî, pêşketin û serkeftina gelê kurd, lêkolîn û xebat ji bo çareserkirina pirsgirekên civakî, sîyasî di nav kurdan de.
  • PDK-Xoybun.com wê bi weşana xwe de hewl bide ku pirsgirêk werin çareserkirin. Ji ber vî wê weşanekî pozîtîv were kirin û wê armanc çareserî û pêşketin bê, ne heqaret, rexne û mezinkirina pirsgirêkên kurdan bê.

Girêdanên derve biguhêre