Pınar Aydınlar
Pınar Aydınlar (jdb. 12ê sibata 1979an li Stembolê, Tirkiye), hunermend, nivîskar û siyasetmedareke kurd e. Pınar Aydınlar, bi eslê xwe ji navçeya Aşqelaya Erziromêye û li bajarê Stembolê hatiye dinyayê.
Pınar Aydınlar | |
---|---|
Jidayikbûn | 12ê sibata 1979an (45 salî) |
Esil | Kurd |
Perwerde | Zanîngehê Teknîk ya Stembolê |
Pîşe | Hunermend, siyasetmedar, nivîskar |
Salên çalak | 2003–niha |
Zarok | 2 |
biguhêre |
Jînenîgarî
biguhêreSalên destpêkê
biguhêrePınar Aydınlar, bi eslê xwe ji navçeya Aşqelaya Erziromê ye û di sala 1979an de li Stembolê hatiye dinê. Di 13 saliya xwe de bi destpêkirina perwerdeya temburê ve dest bi kariyera xweya muzîkê kiriye. Ji 17 saliya xwe ve, wê li gelek saziyên wekî Perwerdehiya Giştî û Komeleyên Pir Siltan Evdal de karê mamostetî kiriye.[1]
Di sala 1995an de wê beşa Konservatuwara Zanîngeha Teknîk ya Stembolê qezenc kir û li Beşa Zanistên Bingehîn perwerdeya xwe ya zanîngehê wergirtiye. Demekê dirêj li malê muzîkê Stembolê de karê muzîkê dike û gava pêşîn di jiyana muzîkê ya profesyonel de avêtiye. Di sala 2003an de, wê albûma xwe ya yekem a solo bi navê Türkü Söylemek Lazım ("Pêwist e stran bên gotin") derxistiye.[1] Piştre di sala 2007an de, albûmên Kırmızı Gül ("Gulên Sor") û herî dawî di 2011an de, Mavi Bir Düş ("Xewneke Şîn") bi hezkiriyên xwe yên muzîkê re parve kiriye. Di sala 2011an de ji ber axaftinên wê yên ku di dema konserekê de hatibû axaftin ji aliyê dadgeha tirk ve 10 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.[1]
Kariyera siyasî
biguhêrePınar Aydınlar, xwediyê ramaneke çepgir e. Ji ber peyamên ku wê di gelek konseran de daye gelek gelek car bi dadgehên dewleta tirk re rû bi rû ma. Bi taybetî di 25ê adar 2009an de, ji ber ku wê di mitînga li Qada Baregeha Dersimê de îfade kir, dozek bi daxwaza du sal cezayê girtîgehê hate vekirin.[2]
Di hilbijartinên herêmî yên 2014an de, ji bo hevserokatiya şaredariya Bajarê Mazin a Stembolê bi Sırrı Süreyya Önder re bû namzetê HDPê. Di hilbijartinên adara 2015an de wekî namzet HDPê ya parlamenê beşdarî hilbijartinan bû. Pınar Aydinlar di rojnameya çepgir ya Solê de ku di 1ê çirî ya 2012an de dest bi weşana xwe kiribû, de demekî karê nivîskariyê kir.[2]
Dîskografî
biguhêreAlbûm
biguhêre- Türkü Söylemek Lazım (Pêwist e sitran bê gotin), 2003
- Kırmızı Gül ("Gula Sor"), 2007
- Mavi Bir Düş ("Xewnek Şîn"), 2011
- Gidenlerimiz, Bêkes'lere ("Kesên me yên ku çûne, ji bo bêkesan"), 2016
Fîlmografî
biguhêreFîlm
biguhêre- Devrimden Sonra (Piştî Şoreşê) - 2011
Çavkanî
biguhêre- ^ a b c "Pınar Aydınlar kimdir? | Gençlik Haber Sitesi | On5yirmi5.Com" (bi tirkî). 16 hezîran 2019.
- ^ a b KimNereli (6 çiriya pêşîn 2018). "Pınar Aydınlar Nereli? Kimdir? Kaç Yaşında? Siyaset ve Sanat Hayatı". Kim Nereli (bi tirkî).