Pir Sultan Abdal (kurdên elewî: Pîr Siltan Evdal, navekî din Pîr Heydar) hozan û helbestvanekî navdar ê romî ye. Ji terîqeta Hecî Bektaşê Welî ya elewiyan e, bîrdozî û stranên wî, ji aliyê kurdên elewî ve jî tên hezkirin.

Pîr Siltan Evdal
Jidayikbûn1480 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin1550 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sêwas Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêDarxistin li ser wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Pîr peyveke kurdî/îranî ye bo mirovên temendirêj tê bikaranîn ku rêzdariyê nîşan dide. Siltan bi erebî ye, di wateya desthilatdar, serdest de ye. Ew jî bo rêzdariyê tê bikaranîn. Ango mirov dikare ji yekê rê bêje siltan. Abdal ango evdal, di wateya nefisbiçûk, derwêş de ye. Pirranî ev binavkirin bo hozanan tên bikaranîn. Di kurdî de mînaka wê Evdalê Zeynikê ye, ango nefisbiçûkê, bêcih û bêmalê, derbederê Zeynikê (diya Evdal).

Ji ber wê gelak lêkolîner dibêjin ku Pîr Siltan Evdal binavkirineke bo hozan ê pêşawayên elewiyan e, nêrîna fermî ya dewleta tirk, wekî Melayê Meşhûr Nesredîn Xoce nerast e. Tê zanîn ku îdeolojiya fermî ya dewletê pirranî ji agahiyên nerast hatine ristin, îro tirk bi xwe jî viya dipejirînin.

Pirranî ji Pîr Siltan Evdal, vê profîlê fêhm dikin. Lêkolîneke bêalî û zanîstî nehatiye kirin û ev îdiaya han jî bi zanistî nehatiye pûçkirin. Lê zimanê niha di stran û helbestên Evdal de tê bikaranîn, ne yê sedsala 16em, ê sedsala 18-19em e.

Pir Siltan gorî nêrîna fermî ya dewleta tirk biguhêre

Li parêzgeha Sêwasê gundê Banazê hatiye jiyane. Di sedsala 16em de jiyaye. Li dijî împeratoriya Osmanî gelek serî hildaye. Ji aliyê parêzgarê Sêwasê Xizir Paşa ve hatiye dardekirin.

Pîr Siltan ji Çorumê ye? biguhêre

Di dawiya sedsala 18em de, hozan û helbestvanekî ji Çorumê tê, li Enqereyê di dergeha Hasan Dede de dimîne. Di demekê kurt de hezkiriyên wê pirr dibin û ne tenê elewî, sunnî jî gelek hez jê dikin. Ev stranên îro wekî yên Pîr Siltan Evdal tên zanîn, distrê. Navê wî jî Heyder bûye. Hin zana dibêjin ev Pîr Siltan Evdalê rastîn e.

Ji Tevrêgehê (Dîvrîgî) ye? biguhêre

Li Tevrêgeha (navê îro Dîvrîgî), di sedsala 18em de bi navê Pîr Sultan Abdal hozanekî deng dide, navdar dibe. Stranên îro tên zanîn distrê. Navê wî jî Haydar Xelîl Brahîm (Haydar Halil Ibrahim) bûye. Ev jî tê dardekirin lê di dema wî de Xizir Paşa parêzgar nebûye.

Mînak ji malikên Abdal biguhêre

Abdal Pir Sultan'ım, Doldum Eksildim
Yemeden İçmeden Sudan Kesildim
Halkımı Sevdiğim Için Asıldım
Dost Senin Derdinden Ben Yana Yan

Evdal Pîr Siltan im tije vala bûm (ango kelogirî bûm)
Ji xwarin, vexwarin, avê vebûm (qut bûm)
Bo gelê xwe hez kir, hatim dardebûn (dardekirin)
Dost ji derdê te dişewitim bişewat (ango dilê min dîsa jî bi te dişewite)