Operasyonên Qirkirina Siyasî

Oparasyonên Qirkirina Sîyasî, Gotinaka ku kurdan, ji girtinênên wan yên ku dewleta Tirk, ji 14´ê Nîsane 2011´an û pê ve, ku girtin, ji wan re got. Operasyonên Qirkirina sîyasî, lingê jenosîde li ser serê kurdan, ku dewleta tirk bi vê re ve dibe, yê sîyasî dihêne ser ziman. Dewlet, ji bo rêxistinîya kurdan xira bike, û temenê rêxistbûna civate kurdan li kurdistanê ji holê rakê, ev oparasyon kirin. Armanca, wê temenê civaka kurd bû. Bi sedan, ramyar, rêveber, şaredar, rewşenbîr,rojnamevan, parêzer, kî mirovê ku karibû li ser navê kurdan gotinekê bibêje hatina girtin. Çend ku, parlamenter, rewşnbîr û şaradar, rêveberên ku ji aliyê gel ve bi hilbijartinê hatina hilbijartin, hatina girtin jî, deng ji ti saziyên Ewropî yên ku digotin "Em mafê mirovan diparên jî, derneket. Emarika, ji aliyê Sîyasî, Leşkerî û Îstihabarî ve piştgirîyaka wê ya ji tirkî re hebû di wê pêvajoyê de.

Operasyonên Qirkirina SiyasîBiguherîne

Dewleta Tirk, ji bo ku rêxistinîya civata kurd jev belav bike, ev oparasyon hatina kirin. di wan oparasyonên sîyasî de, Parlamander, Rewşenbîr, Rêveber, Rojnemavan, Şaradar, Advokat û hwd, ji civate kurd, kî mirovê ku karibû ku gotinekê li ser navê wan bibêje hatina girtin. Bi hazaran mirov hatina girtin. Parlamenên weke Hatip Dicle ku kurdan bi dengekî bilind hilbijhartibûn, di wan oparasyonan de hatina girtin.

Dewletê, bi wan girtinan, armanc kir ku kurdan jevbelav bike. Ji bo ku êdî doza mafê xwe nekin. Bi wê armancê ew oparasyon hatina kirin.

Dewlet, bi awayekî pirr bişitt çû bi ser kurdan de. Hemû girtin û kuştinên ku bûn, bi armanca ku kurdan ji xwestina mafê xwe yê azadiyê dûr bikin. Zimanê wan qedexebû, ku doza mafê zimanê xwe nekin. Rêxistina xwe li kurdistanê li herêmên xwe ava nekin. Rêveberîya xwe ava nekin. Çapamniya kurd, bi hemû aliyên wê ve ket ber oparasyonên ku bi dehan rojnemavan di wan de dihatina girtin. Roj tv, televizyona kurd, çend ku li Ewropa jî, weşana xwe dike, ji ber ku bi kurdî weşanê dike, bi hedefa dewletê ji bo ku were girtin. Doza wê ya bi armanca girtinê ku li ser xwesteka tirkî vebû, di 10 Çileyê 2012´an de bi dawî bû. Lê piştre jî, çend ku dadgaha danimarka biryara ne girtina wê da jî, dewleta tirk, dew ji hewldanên ji bo girtina wê ne berdan. Ev jî, şaqak ji wan şaqên ku bi bi wê dixwestin ku rêxistinîya kurdan, were qatkirin bû.

Hemû girtinên ku di çerçova Oparasyonên Qirkirina Sîyasî de hatina girtin, di dadgahên tirkî de, hertimî xwestin ku bi zimanê xwe yê dayikê bi kurdî parastina xwe bikin. Lê dewleta tirk, ji ber ku zimanê kurdî qedexe kiribû, destûr nedida kurdan ku bi zimanê xwe êdî xwe bi parezên. Kurdên ku di Dadgahên dewleta tirk de, bi kurdê diaxiftin jî, serokê dadgahê di got ku "bi zimanekî ku nayê zanîn diaxivin." Ji bo ku navê kurdî, bebêje û navê zimanê kurdî nekeve belge û dokumentên fermî de, dewletê, ev gotin digot.

Heta î ro, bi hezaran kurd, hatina girtin û hatina xistin li Girtîgahê. Tenê, mirovên ku di çeçrova oparasyonên Qirkirina Sîyasî ya kurd de, hatina girtin, bi deh hezaran tên ser ziman. Oparasyonên Qirkirina sîyasî, di bin navê "KCK" de tên kirin. dewlet, ji ber ku pêşîyê li nîqaşên ku wê bi van dozan re wê li ser mafê kurdan werina kirin bigirê, hemû dosyayên van dadgahan jî Sensûr danîna ser ziman. Ne dihiştin ku Parastvanên ku wan diparezên bigihina wan. Lê Saziyên Dewletê ên weke Ên Polisan û hwd jî, Di çerçova programakê de, ji bo ku di deme ku ew kurd dihatina de, ji bo ku temenê wan girtina çêkê û meşrû bike jî, li gor xwe zaneyên ji qarakolên Polisan dişandina Rojnemayan û didan weşandin.

Sazîyên kurdan ên ku li wan Oparasyon dibûnBiguherîne

Di serî de, sazîyên rojenamaya Azadîya Welat, Ozgur politika, Komela zimanê kurdî Kurdî-der Û sazîya Perwerdehîya kurdî TZP-Kurdî. Enstutiya kurd ya çandê Enstutîya kurd a Mesopotamya ya Çand û hunerê. Partiya kurd BDP li hemû rêveberîyên wê bajar û navçeyan hemûyan. Hemû Saziyên ku bi kurdî diaxiftin û zimanê kurdî bikar dihanîn û diparastin, hemû bûna armanc. Sazîyên çandî, hemû bûna Armanc. Sazîyên Sîyasî hemû bûna Armanc.

Di dozên van girtinanBiguherîne

Di wan dozan de zimanê kurdî qedexe bû. Zimanê kurdî, weke "zimanekî ku nayê zanîn'" dihat ser ziman û di dokument û belgeyên dadgahê de dihat qeydkirin. Ji ber çi ev tê kirin? Ji ber ku navê kurdan bi zimanê wan re qedexe ya. Dihê xwestin ku ew qedexekirin were domandin. Bi navê wan re ti tiştek, ne keve fermiyetê de.

Di Oparasyonan qirkirina Sîyasî de ArmancBiguherîne

Di oparasyonên qirkirina Sîyasî de, armanc, ne tenê hanîna ser ziman, ya rastîyan ya bi riya çapameniyê de bû. Bi wê re, armanca, sereka li bikarhanîna zimanê kurdî bû. Bi wê re jî, armanca herî sereka ew bû ku Kurdan bê rêxistin bikin û pergala nava wan ya civatî ji holê rakirin. Ji bo ku pêşî li kurdistanîyan bigirin ku êdî mafê xwe yê weke ên perwerdehîya bi zimanê dayikê nexwezin. Gotina serok wezirê tirk ya ku di destpêka van oparasyonan de gotibû ku "bila, ti kes mafê perwerdehîya bizimanê dayikê ji me nexwezê", weke manîfestoya van oparasyonan hat dîtin. Armanc, ew bû ku pêşî li xwestina kurdan ya mafê xwe yê kollektif bigirin. Dewleta Tirk, dibêje, "ez mafê kollektif nadim", "ez kurdan weke civak nasnekim".. Bi vê gotinê û li gor pêdivîya wê, hêrîşên mazin li kurdan û saziyên wan kirin ku wan jev belav bikin. dewlet, Armancaka wê jî, ev bû ku di wê dema ku digot ku "ezê destûreka nû binivîsênim", di wê demê de, kurd ne bi rêxistin bin, ku mafê xwe di wê dema ku destûr ji nû ve tê nivîsandin, nikaribin bixwezin.

Qarakterê van Oparasyonên Qirkirina sîyasî ê herêmî di qada rojhilat deBiguherîne

Li rojhilat, pirr pêşketin bi hev re dibin. Gelên herêmê, ji nû ve di rabin ser xwe û bahse azadiya xwe dikin. Di wê bahskirina azadiyê de, êdî rêveberên herêmî yek bi yek tên guharandin. Bi wê re, Kurd, hê ji wê demê berê ve, di nav tekoşînaka ji bo azadiya xwe de na. Li herêmê, Li Sûrî jî, kurd, doza mafê xwe dikin. Li Îranê jî, kurd doza mafê xwe dikin, weke ku li tirkî wê dozê dikin. Armanca wan oparasyonan ew a ku kurd, ne digihina hêzeka xort ku karibin tekoşîna wan mafê xwe bi hev re bi yek dengî bikin. Oparasyon, di asta bilin de, bi armanca tafisandina kurdan tên li darxistin. Kurd, dema ku bahse mafê xwe dikin û dixwezin ku di destûrên van welatan de nav û mafê wan jî, cih bigirê û bê ewlakirin, bi wê re, di asta bilinde, ku ev pêk hat, wê li herêmê bibina xwediyê statûya xwe ya herêmî. Êdî li ser herêmên xwe wê bi navê xwe wê cih bigirin û wê pêş bikevin. Ya ku ev dewlet dixwezin ku bi van oparasyonên bi van rengan re dixwezin pêşî lê bigirin jî, ev yek a. Naxwezin ku kurd bigihijina statûya xwe. Ji ber vê yekê, Weke ku tirkî di nava sînorê xwe de, li herêmên kurdan van oparasyonan li dar dixe, Îran jî li herêmên xwe bi heman nêzîkatîyê di seknekê û hewldanaka tafisandinê de ya. ev oparasyon hemû, bi oparasyonên leşkerî ên ku li dijî kurdan tên meşandin, bi hev re di ahangekê de bi rê ve diçin. Armanc, temenê afirîna statûya kurdan ji holê were rakirin. Bi vê yekê, diçina bi ser kurdan de.

Bihere jîBiguherîne

Girêdanîn dervaBiguherîne